Eman eman hay ji xirrê xwe hebin!

Li Tirkiyê tiştên kesanedî diqewimin. Dibêjin: „Filankeso kumê xwe li serê bêvankeso dike“. Îcar ev jî mesela me û van dewşîrmeyên çeqilmast e. Bêbavan di binê kayê re ava xwe diherikînin û tu zinêkarî namîne go nakin. Lê go rebenekî Kurd xeletîyek kir, hew we dît mozikê bi qûna wan veda û dest bi êrîşê kirin.

De ji xwe re li kiryarên melayê Tirk û jina wî binerin.

Li bajarê Bûrsa, nehîya Kestel ê, Semra K a 38 salî bi kêrê xirrê mêrê xwe mela Orhan K jêkir û darek xist qûna wî.

Çima xirrê mêrê xwe jêkir?

Çima ku mela Orhan zinê bi jinek din re dikir, hem jina xwe û hem jî jinika din îdare dikir.

Piştî ku jina wî Semra bi zinêkarîya mela dihese, wek çêleka nav garanê dîn û har dibe, şev nîvê şevê radihêje kêra malê û xirrê mêrê xwe dide ber kêran, xirrê wî li ser rehekê dihêle. Mela Orhan bi qarewar ji xewê vediciniqe û bi xêra cîranên xwe ji mirnê difilite, li nexweşxanê xirrê wî bi ta û derzîyê pev ve didrûn.

Îcar bavê min, hay ji xwe û jinên xwe hebin law. Yan zinêkarîyê nekin û delalê ber dilê jina xwe bimînin, yan jî heke we zinê kir, berî hûn razên derpî û şerwalek kesinî li xwe kin go jina we nikaribe xirrê we di qurmik de jêke.

Ji min gotin…

Stenbol

About The Author