Îcar jî li Îmralî Kurdî qedexe kirin

Nanê Tirkan li ser kaba wan e, ne bext bi wan re heye, ne dîn û îman. Ji alîyekî bi navê îslam û bratîya îslamê li defê dixin, ji alîyê din bi navê demokrasî û qaşo mafê mirovan li zirnê dixin. Ji bo têkevin Yekîtîya Ewrûpayê du gavan pêş de davêjin, lê ji alîyê din di binê perdê de 10 gavan bi paş de davêjin. Bêbavan lîztikên dewleta Elî Osman ji wan kêm nabin. Ji bo herkesî azadî, federasyon û dewletbûnê dixwazin, lê ku mijar hat ser Kurdan, ker û lal dibin û tehamilî zimanê wan jî nakin. Aha Tirk ev dewşîrme û Beko Ewan in.

Axir…

Îmralî kêm mabû wa hikûmeta Kasimpaşalî li Îmralîyê jî Kurdî qedexe kir û zimanê Kurdî xist zindanê. Yanî qaşo di girtîxanan de axavtina zimanê Kurdî serbest kiribûn. Lê dixuye ku di bin her tayek rîha wan de şeytan û dek û dolabek heye û ji bo ku çavê awira gelemperî biseyînin, tiştek namîne ku nakin.

Li gora saloxdanên sîxurên me yên li girava Îmralîyê, zebanîyên Îmralîyê axavtina Kurdî li her şeş girtîyan (Abdullah Öcalan, Şeyhmuz Poyraz, Cumali Karsu, Hakkı Alpan, Hasbi Aydemir û Bayram Kaymaz) qedexe kirine û nahêlin girtî bi Kurdî biaxivin yan binivîsin. Tirkên ku qaşo azadî û serbestîha zimanê her milletî dixwazin, ji Kurdan re heram dikin û wek qantirên ku mozikê pê vedabe virde wêde lotik û zîtirkan li Kurd û zimanê Kurdî dixin.

Werhasilî kelam, ziman çeka herî mezin e gelî xwendevanan. Çek û tenq û topa herî mezin axavtin, xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî ye. Wek ku Tirk ji Kurdî ditirsin cin ji hesin natirse ellawekîl. Ji ber vê; li her cihî bi Kurdî biaxivin û vê tirrê ji Tirkan re nehêlin. Li malê, li dibistanê, li aşxane û pavyonê û hetta li kerxanê jî bi Kurdî biaxivin. Bawer bikin heta zimanê Kurdî nekeve nav şeqê jinên wan, mesele safî nabe û hûn sax…

Stenbol

About The Author