Bazirganîya Şer û Hejarîya Me

Rojeva kurdan dîsa şer û pevçûn, jan û mirin e. Ka em ji xwe bipirsin. Gelo çima em kurd ewqas belangaz in ku ji mafê jiyaneke azad û aram bêpar hatine hiştin. Gelo çima her tim li ser serê me wek agirê dojehê dewranek digere ku bawermendên tu olan jî nikarin vê şîrove bikin?

Belê hawîrdora me bi fêlbaz û fitnekaran hatîye pêçan û bi hemû hebûna xwe ya nenaskirî em ketine bendîxana vê dinyaya ku xweşî û aramîyê ji me re heq nabîne. Yan em nizanin çi dixwazin û ketine pey çi armancên ji rastîya deshilatiyê dûr, yan jî em bi wî aqilê xwe yê biçûk û zêdeyî adetê jixwerazî tênagihin bê çi dolab li ser me tên gerandin.

Kurd guneh û belengaz in û li ber deshilatên ser erda xwe her tim bejntewandî ne. Hûnê bêjin ma çawa bejna xwe ditewînin, ma ev şer û pevçûn û serhildanên han çi ne? Mixabin kurd tenê zanin bi lehengî û dilsozîya xwe bimirin, lê eşkere li holê ye ku nizanin bijîn û xwe li ser vê rûerdê bidin jiyandin.

Kurd her çiqas tim dibin kelem û dikevin çavên deshilat û zordarên dagirkerên axa xwe jî, bi qasî xernexwazên xwe kelemên dijwartir li nav çavê xelkê xwe, dost, bira û malbatên xwe diçikînin ku ji dijmin re her tim dibin kêf û şahî û dilxweşî.

Min dixwest behsa sîyaseta şer bikim, lê ev hejarîya me ya ku hawîrdorê me pê hatiye pêçan, mixabin pir derdikeve ser siyasetê û biryardarên qedera xelkê me.

Em bipirsin; gelo mirin azadî ye, yan mirin nîvcohiştina xeyalên azadîyê ye?

Gelo şerê azadîyê di vê heyama ku mirov yeko yeko ji nav wê jiyana ku xeyal û hêvîyên xwe pê girê didin de, azadîya çi tîne û li ber me radixe? Şervan û leşker şer dikin serok û sîyasetvan jî biryara wî şerî didin. Şervan dimire sîyasetvan jî li ser mirina şervan dibe xwedî paye û li ser xeyalên şervan û leşkerên mirî bazirganîya xwe dike. Ango bazirganîya azadî û aramîya pêşerojê, bazirganîya welatê azad û demokrat, yan jî bazirganîya xwerizgarkirina ji nav bendîxana tarî ya ku nikare xwe jê derxe.

Xwîn diherike û her diçe em zêdetir dibin xwînîyên hevdu. Xwînîyê welatekî parçebûyî, xwînîyên deshilatîyên ku axa me kirine bendîxan ji me re.

Her ku şer û pevçûn didome, em û cîranên xwe dibin xwînî. Cîranên me jî dibin xwînîyên me. Em jî mafdar in û ew jî li gor zanîn û têgihîştina pergala deshilatîya xwe bi qasî me mafdar in. Ew me dikujin em jî wan. Ew jî dimirin em jî.

Çi ji me re hatibe gotin kêm zêde ji wan re jî hatîye gotin. Em axa xwe diparêzîn ew jî axa me ya ku kirine ya xwe diparêzin ji bo biratîya me û xwe pêk bînin! Ya talî em ji bo welatê xwe, ew jî ji bo welatê xwe têdikoşin û em li hev sor dibin. Em û ew bihevre ji bo xwînrijandina hevdu xwe li ber guleyên bazirganan dikin senger û li du wê azadîya ku deshilatên me dest danîne ser xeyal û hêvîyên me têdikoşîn. Têkoşîn û şerekî pîroz e ev!

Ev neyartîya me ya bi deh salane didome ji bo qencî û azadîya me, li ser daxwaz û rîcaya sîyasetvanên me yên bazirgan e. Bijî birçîbûn û hêjarîya li welat! Bijî zarokên sêwî û dayikên kezebşewitî! Bijî keç û xortên bîjî û ketine rêyên xerab! Bijî kûçe û kolanên bi dizî û fihûşê dagirtî! Bijî kurd û tirkên mirinê pîroz dikin! Û her bijî kuştina xeyal û hêvîyên nîvcomayî!

Hûn her hebin lehengên mirî yên azadîyê û gorbihûştî para we be! Bijî berxwedana we ya pîroz! Bijî dilsozîya we ya bêpîvan ku kes bi qedrê we nizane!..

About The Author