65 salîya PDK pîroz û bimbarek be!

Di 16ê Tebaxa sala 1946an de serokê nemir Mistefa Barzanî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ava kir. Mistefa Barzanî yê nemir, hemi fikrên siyasî û armancên gelê Kurdistanê di din sîwana bernameyek siyasî de kom kir, bi rêya partiyek siyasî, bi awayek rêxistinî serkêşiya şoreş û tevgera gelê Kurdistanê kir û erka xwe ya pîroz pêk anî.

PDK di xebata xwe ya 65 salî de serwerîyek mezin kir û di tekoşîna xwe ya dûr û dirêj de destketinên mezin ji bo gelê Kurd bi dest xist. Ked, xwîn û tekoşîna tekoşerên PDK û Mistefa Barzanî bandora xwe li her çar parçeyên Kurdistanê kir û ji hişyarî û tekoşîna wan re bû sembol û rêber. Ked û xizmeta Mistefa Barzanî û hevalên wî yên pêşmerge, ji damezirandina federasyona başûrê Kurdistanê re bû stûn û hişt ku îro parçeyek ji welatê me azad û serfiraz bibe.

Bi vê wesîlê, em 65 salîya PDK bi taybet li malbata Barzanî (ku PDK li ser pişta wan heta bi van rojan hat) û bi gelemperî jî li endamên PDK pîroz dikin.

Lotikxane

About The Author