Mûrad Karayilan xew li Tirkan herimand

Belê qurban, rayedarekî Îranê tirrek wek tirra bergîlan kir û toz û dûman bi ser serê xwe û Tirkan xist. Rayedarekî Îranê (Alaaddîn Bûrûcerdî) bi şeş telaqan sûnd xwaribû ku wan xefika mişkan danîbû ber Mûrad Karayilan, Mûrad Karayilan ketiye xefikê û wan ew girtiye. Piştî belavbûna vê xeberê, Tirk rabûn ser tapanan, dan lotik û zîtirkan û bi def û zirne girtina Karayilan pîroz kirin. Lê piştî ku xeber derew derket, şeytan bi Tirk û Îranîyan keniya, bi xwe de rîtin, derpî tije kirin û ji desthilanîn ketin.

Ji hinekan weye ku ketina Qendîlê û girtina yekî wek Karayilan (Marê reş) rehet û hêsan e û wek lîztika zarokan e. Kuro oxlim, heta hûn xwe bigihînin Karayilan, divê hûn 40 tenûr nan bixwin, divê hûn bi hezaran çêlîkên maran bikujin, divê hûn di nav bi hezaran şêr û pilingan re derbas bibin û divê hûn xwedîyê 25 gurçikan bin. Ma Pasdar û Mehmetçîkên qûnbicilik wêrin têkevin nav koma şêr û pilingan ewladim?

Ez serê we neêşînim û nekim wek dahola heyva Remezanê, xwêsîya Tirk û Farisan di qirika wan de ma û şeytanê me bi wan keniya, têra xwe henekê xwe bi wan kir.

Bi kurt û Kurmancî; Tirk û Faris di ser vî re hatin û hûn sax…

Qendîl

About The Author