Îro mîz kir, sibê dora gû ye

Lîztikvan û zîtirkvanê sînema Fransî Gérard Depardieu (62), di balafirê de li pêş çavê rêwîyan beliqand û mîz kir. Dema ku wê balafir ji Parîsê bifirîya Dublînê, Gérard Depardieu serxweş bûbû û çavên wî wek zotika mirîşkê sor bûbûn. Piştî ku mêro çav li wan hostesên germik û nermik ket, doxîn ji ber xwe ve jê şemitî û di balafirê de beliqand derûdorê. Ji ber mîzkirina wî, balafir du seetan dereng firiya.

Axir, li gora ku Gérard Depardieu bi telefonê agahdarî daye sîxurên me, bi xêr û selamet, wê cara bê îcar di balafirê de gû ke û rêwîyan di nav tirr û fisan de bihêle.

Tembîya min li we be gelî xwendevanan, berî hûn li balafirê siwar bin, bipirsin bê ka Gérard Depardieu di balafirê de ye yan na. Heke di balafirê de be, bizanibin ku ewê sedî sed yan di balafirê de bimîze û yan jî birî. Li gora wê hesabê xwe bikin baba…

Parîs

About The Author