Starîkov bi devê Tirkan axivî

Hinek Rûs hene tu dibê qey Tirkan tif devê wan kiriye. Meselen wek nivîskarê Rûs Nîkolay Starîkov.

Nivîskarê Rûs û keçelê serperitî Nîkolay Starîkov, di derbarê êrîşên PKK û dewleta virqo de çend lotik û zîtirkên bergîlkî avêtin û piştgirî da êrîşên dewleta Tirk. Keçelo ji Tirkekî zêdetir Tirkayetî kir û got ku “Divê dewleta Tirk guh nede kesî, ji bo paraztina berjewendîyên xwe yên netewî, divê bê rawestan êrîşî PKK û Kurdan bike û tirrê ji wan berde” û xirrê Tirkan li xwe ceriband.

Starîkov ê rût û keçel, bi dewamî got ku “Ez dîroka Tirkiyê baş zanim. Pirsa Kurd ji derve, ji alî dewletên derve yên wek Brîtanya ve tê tezgahkirin. Di eslê xwe de pirsa Kurd tuneye, ev tev lîztikên dewletên derve ne” û Kurd bera ser kefenê 101 bavê xwe dan.

De ji xwe re li keçelê Rûs binerin lo!

Kuro oxlim, ma kê daye bin dûvê te ku tu dijminatîya Kurdan dikî û qûna Tirkan dalêsî ewladim? Yan tu zilam û sîxurê wan î?

Werhasilî kelam, Starîkov jî lotikek li me Kurdan xist.

Wey rebbê alemê topa qiyametê di nav şeqê te de biteqîne rebbî!

Moskova

About The Author