Dîkê (dîkil) Mela Nesredîn û diz

  Rojekê kesekî dîkê ( dîkil ) Mela Nersredin dizî û xiste nav çantê xwe, baz da û çû. Lê belê mela gelek jîr û agah bû, her tim haya wî li mal û malatê wî hebû.

Mela diz dît û gotê: “Hey mirovê heram,  te ji bo çi dikê min dizî?

Diz got min: “ Ma qey ez rengê diza didim? Min dîkê te ne dizîye!” 

Ema haya diz lê nebû ku dêla dîk ji çantê wî derketibû derê û xuya dikir.

  Mela got: “Belê tu rast dibêjî, lê dêla dîk tiştek din dibêje.”

 De werne gowendê…

  Gelek rêxistin û sazîyên me Kurdan bi alîkarîya xelkê me yên jar û mar, xwelîserên teşkrût, heta roja îro li ser pîyên xwe rawestane. Hinek kesên ku di nav wan partî û rêxistinan de berpirsîyar in, hema hemû tiştî wek dîkê mela dêxin nav çantê xwe, tu dibêjî qey mîrata bavê wan e. Bixwe, wexwe, keyf û seyran, dan û gan, şahî û şan. Lêxe babam lêxe!

  Em Kurdên xwelîser û tir ken û fis genî, dîktator çêker û axa perest, li vê dunyayê ji du tiştî pir hez dikin û ji me re gelek girîng in.  Dihol uûzirne, kîr û gon! Ev her du ji bo me xizîneyên mezin in.

 Ma gelo kesekî wek Mela Nesredîn jî  nîne ku bêje wan biraderên dîk diz bes e wî karî nekin? Haaaa, ez bi şeref û namûs û her sê telaqén  mela sûnd dixwim, li wê Awrûpayê kêm maye ku Kurd êdî di fîlmên porno de jî bilîzin û paran bidin we. Yahoooooooo qardaşim, canê min, hebîbî,  eve karekî  ne baş e. Willeh û billeh dêla dîk di roja ronî de xuyaye lo, ma êdî hewceyî veşartinê ye? Bila ev roj bêt û mela şahid, hay ji me û hay ji we….

Ûrmîye

Rojhilatê Kurdistanê

About The Author