Dîkê çê di hêkê de bang dide

Tirkiye û Îran wek du gurên har başûrê Kurdistanê bombe dikin û Kurdên sivîl dikujin. Her çiqas ew baregehên KCK û PJAK ê bombe bikin jî, armanca wan a veşartî ev e ku Qendîlê ji destê KCK derxin û Hizbûllah yan jî Ensar El Îslam ê di wir de bi cîh bikin.

Pispor û generalên Tirkiyê pir vekirî û eşkere dibêjin ku divê di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de herêmek tampon bê sazkirin û têkilîya Kurdên herdu parçeyan bê qutkirin. Bi vî awayî dixwazin yekîtî û xurtbûna Kurdan têk bibin û başûrê Kurdistanê di herêmek teng de bifetisînin, wan mecbûrî hevkarîya Tirkiye û Îranê bikin.

Serok Barzanî li Selaheddînê bal kişand ser vê mijarê û êrîşên herdu dewletan şermezar kir. Barzanî, di preskonferansê de got ku „Êrîşên Tirkiye û Îranê ji ber tirsa xurtbûn û yekîtîya Kurdan e“ û niyeta herdu dewletên dagîrker eşkere kir.

Wek tê zanîn, konferans yan kongreyek netewî di rojeva Kurdan de hebû û wê Serok Barzanî serokatîya wê konferans yan kongreyê bikira. Wê ew konferans ji Kurdan re bibûya moral û hestek mezin û yekîtîya Kurdan xurttir bikira, Kurd zêdetir nêzîkî hevdu bikira. Mahne û êrîşên Tirkiye û Îranê çi dibin bila bibin, sedemek jê jî têkbirina vê konferansê bû. Bi destpêkirina şer şert û mercên pêkanîna konferansê ji holê hat rakirin û wek ku Serok Barzanî jî anî zimên, di van şertan de konferansek netewî nikare pêk bê. Di vir de şerxwaz û statukoperest bi ser ketin û Kurdan lotikek bêîman xwar.

Serok Barzanî di preskonferansê de wek her demê helwestek Kurd û Kurdewarî danî û got ku „ji bo çareserîyê emê temamê rê û rêçikên dîplomatîk bi kar bînin. Lê heke di bejayê de şerek li dijî Kurdistana Federe bê rojevê, emê tawîzê ji berjewendîyên xwe yên netewî nedin, emê destketinên xwe biparêzin, tucarî bêdeng û bê helwest nemînin û bersivê bidin“.

Barzanî, bi dewamî anî zimên ku „Têkilîyên wan, Îran û Tirkiyê tenê têkilîyên aborî ne û ev têkilî tucarî neketine û nakevin pêşîya berjewendîyên netewî.“

Helwesta Serok Barzanî wek herdem helwestek Kurdistanî ye, ciyê şanazî û pesindanê ye û sekna wî bi serê xwe nimûneya rêya bavê wî Mistefa Barzanî ye. Dil dixwaze ku temamê siyasetmedarên başûr heman helwestê bigrin û lotikên netewî bavêjin. Hêvîdarim wê Serok Barzanî di vê helwesta xwe de bi tenê nemîne.

Ji bo vê helwesta wî, ez wek endamekî malbata Lotikxanê spasîya Serok Barzanî dikim wesselam…

Hewlêr

About The Author