Ev lotik ji lotika bergîlê girantir bû

Kasimpaşalî Reco û hikûmeta xwe wek mişk û pisîkê bi Kurdan dilîzin. Wek gurên ku bi dostanî têkeve nava pez û bi dijminatî êrîşî wan bike tînin serê me.

De binerin bê edaleta dewşîrmeyên Tirk çi anîne serê xalê me Altan Tan û çawa ew dane ber lotik û zîtirkên bergîlkî.

Çima ku xalê me Altan Tan beşdarî şîna gerîllayekî Kurd bûye û di şîna şehîdên Kudan de cîh girtiye, Sawcîyê Amedê jê re 23 sal û 6 meh cezê hepsê xwestiye.

De li vê lotika kesanedî binerin lo!

Olan oxlim, me ew 23 sal fêhm kir, îcar ew çi 6 mehên zêde ne? Ew çi zêdebûna ser kezebê ye ewladim?

Na na, êdî kêr gihiştiye hestî ellawekîl. Heta ez çend cilêt û gwîzanan navêjim xavika zikê van dolheraman mesele çareser nabe.

De haydê cîlêtçî û esrarkêşno haydê, cilêt û ûstûrayên xwe biseqînin û derkevin kuçe û kolanan…

Amed

About The Author