Ev helwestek temam e

Li ser bextê gendel û bertîlxwirên başûrê Kurdistanê be, dibêjin Şîrketa VÎN Gruop (xwedîyê Vîn Tv, Vîn Radiyo û Vîn Production) ragihandiye ku wan ji ber êrîşên herdu welatên hov (Tirkiye û Îran) karên xwe ligel Îran û Tirkiyeyê rawestandiye.

Li gora saloxdanên sîxurên me yên di nava VÎN Produksîyonê de, dibêjin Başçawîşê VÎN Gruopê Serkewt Ebdûllah Cuneyt, gotiye ku „Ji ber ku herdu dewletên bêbav Kurdistanê topbaran dikin û hemwelatîyên me dikujin, me biryar daye ku em karên xwe yên hunerî ligel herdu welatan rawestînin û di kefenê 101 bavê wan in. Ji îro û pê de ne di VÎN tv de û ne jî di VÎN radyoyê de emê berhemên Tirkye û Îranê neweşînin“ û lotikek qerase li dewleta Recebo û dewleta Mahmûdo xistiye.

Werhasilî kelam, aha helwesta rasteqîn û Kurdewarî ev e gelî xwendevanan. Çi gava ku Kurd gihiştin wê zanîn û bawerîyê û li himber êrîşên dagîrkeran bêdeng neman, ambargo danîn ser her tiştên wan û têkilîyên xwe bi wan re qut kirin, bizanin ku wê Kurd bibin millet û biserkevin. Lê na heke wek gayên nav garanê sersar, xemsar, tiral û li himber berjewendîyên netewî kerr û lal bin, bawer bikin em ji kurtanê dagîrkeran azad nabin û hûn ji min re sax…

Duhok

About The Author