Mela Nesredîn û civîna mirîşkan

Rojekê mela hevcehî sersûştinê bû û çû hemamê (serşok). Di hemamê da rastî çend xortan hat  û xortan xwestin ku qeşmerî û henekên xwe bi mela bikin.

Ji boy wê, her yek ji wan hêkek li gel xwe anîbûn. Berê xwe dane mela û gotin, “Her yek ji me divê wekî  mirîşkan bike

qide qid û piştre wê hêk biket û eger kesekî nikarî hêk biket, divê pare û mesrefa hemiyan a hemamê bidet.

Xortan weku mirîşkan dest bi qide qidê kirin û mela jî wek dîka dest bi qûqûlî qûqûyê kir.

Ê mela hemû carê jîr û bi aqil in.

Xort hemi ecêbmayî man û gotin, „Mane tu jî wek me mirîşkî mela?“

Mela pêkenî û got, „Ji boy we hemi mirîşkan dîkek jî hewceye, ma kesek ji min baştir heye?“

Dê werne gowendê

Bi namûs û her sê telaqên Mela Nesredîn,“ eger hebin„ em Kurd  tucarî nikarin û nizanin  sîyasetê bikin. Hemi tiştén me divê bi dihol û zirne bin. Gava em bixwazin di gel dijminê xwe bi sîyaset tevbigerin û kumekî dirêj bêxin serê wan, berevajî wê em dikevine dafê û wî kumî dixin serê xwe, heta ber pîyê me tê û em cihekî nabînin wek gêjan li dora xwe dizivirin,  gowenda gêjan diken weku hevalên BDP ê.

Hevalên me yên „BDP î„ wexta ku xwestin herin hemamê (serşok) anko parlamentoyê ( Türkîye Büyük Mîllet Meclisi), li pêşîyê digel hev civîyan û axivîn û heta destên xwe li ber partîya hababam (CHP-Partîya Dewşwîrmeyên Tirkiyê) girtin ta ku bi vê rîyê dijminê me wek mirîşkan fiz bidin.

Lê mixabin vê carê jî wek hemi caran, dîsan hevalên me hêk kirin û wek mirîşkan bû qide qida wan, ketin ser hêkên xwe û gotin, „Emin ew Kurdên serhişk û hesin“ yanî vê carê yeqîn em serkevtî ne. Wek mesela Kurdî dibê, “ Kero nemir buhar tê.“

Welhasil, ez serê ve  neêşînim, hêka herî mezin mirîşka me ya naz û delal Zana xanim ê kir. Yanî hêşta hesp nekirî havir çêdikir- got, „Her aniha divê serok serbest bê berdan. Xanimê jî lotika xwe avêt û rihet bû. Û her wisa bo cara yekê derket holê ku dîkên me Kurdan jî hêkan dikin. Hem jî hêkên gelek mezin û du zerik, ev jî hevalê me yê Hesin kevir (Demirtaş) bû ku bi siwarî da ser bana.

Li ser navê lotikxanê, mela, dengder û  sandiqên hilbijardinê,  em dibêjin pîroz be. Ma eger em nebêjin emê çi bikin, willeh em nikarin tirekê jî bikin.

 Hevalên BDP, nêr û mê, bi tir û fisan mijûl bûn û hêkên xwe germ dikirin. Lê haya wan lê tine bû ku li cihê dîkekî du dîk li benda wan in û  ber bi alîyê wan ve bi rê de ne, dîkê Enqerê û dîkê  giravê.

Yahoooo kardaşim, willeh  ev hemi mirîşkane hewcehîya wan bi dîkekî heye, naxwe wê çawa hêkên wan bibin çêlik? Lê mixabin dîkê li giravê nikarîbû bêt, lê belê gelek xort bi qûqûlî qûqûyekê biraderên me yên nêr û mê hemi fiz dan û ducanî kirin,  barê wan jî pir giran kir. Lê pişka dîkê Enqerê hê mabû, lê ev çend meh in ew jî wan fiz dide nikare, çunkî êdî tir di qûna dîkê Enqerê  de nemane.

Bihar çû waye zivistan tê û hêkên ( BDP) hemi bûne çêlik û dikin wîçe wîç.

Bê cih û bê war, wê çawa be?

Min bixwe li ser destê lotikxanê wek wezîfeya exlaqî û insanî, gelek hîvî ji Mela Nesredîni kirin ku wan bisitirîne  û alîkarîyê bide wan. Melayê camêr bi dil û can qebûl kir.

Axir, jîyana wan biraderan li vê dunyayê bû hêkkirin û fizdan. Ka em bibînin li dunyaya dî wê çawa be.

fy_dalir@hotmail.com

Ûrmîye

Rojhilatê Kurdistanê

About The Author