FETWAYA LOTIKWARÎ

Hinek ji van mela, şêx û miftîyên sexte (haşayî mela, şêx û miftîyên qenc û dirust) ola îslamê kirine wek lîztika zarokan û wek ciwange û gayên nav garana gund bi xelkê dilîzin,  bawerîya wan dikin wek şorba nîskê.  Hema li gora qîma dilê xwe fitûyan derdixin, tiştê ku di ayetên quranê de tunebin jî lê zêde dikin û pêve dizeliqînin.

Aha ji we re nimûneyek baş.

De werin û ji xwe re li vê fetwaya Miftiyê Misrê binerin ku çi fetwayeke lotikwarî ye.

Çend roj berî Cejna Remezanê, çend pispor û lêkolînerên Lotikxanê çûn li Misrê geriyan û xwestin bi çavên xwe bibînin ka piştî wan lotikên bêîman ku Misriyan avêtin Hiznî Bimbarek, rewşa desthilata nû çawa ye.

De çi bibînin baş e! Hûn zanin gelî xwendevanan, Miftiyê Misrê çi fetwa daye saziyek dewletê ya ku jin û mêr bi hev re kar dikin?  Helbet hûn nizanin. Eger we zanibûya, bi sê dînê li dinyayê, wê xortên me yên doxînsist tev çûbûna wir.

Li Qahîreya paytext, li ber keviya çemê Nîlê, avahiyek mezin a harisan (nobedar, parêzer, polîs) heye. Li wê saziyê 156 jin û 152 mêr kar dikin. Serokê saziyê Exûna Ibnul Cemel çûye ba Miftiyê Misrê yê sereke û gotiye: ”Heram e ku jin û mêr bi hev re kar bikin. Ka fetwayekê bo me bide…”

Rêzdar Miftî Xerbeq Ibnul Kerman gotiye Serokê Saziya Harisan Ibnul Cemel:

–  Bila her jineke ku li ba te kar dike, sê caran çiçikê xwe têxe devê her zilamekî ku li ba te kar dike û derxe. Ev e ew zilam bû kurê wê jinê û temam. Êdî jin û mêr tev dibin mîna dê û weled.”

Piştî wê fetwaya lotikwarî, îcar her jinek karker memikê xwe yê rindik û nermik sê caran xistiye devê her zilamekî ku li wirê kar dike û derxistiye. 

Ha wisa ew 308 jin û mêr li gor fetwaya Miftiyê Misrê bûne dê û weled.

Ê law hey min di şaşika serê te de mîzto miftîyo, te ew memikên germik û nermik xistin devê wan zilamên qerase, ma te nego wê haletê nav lingê wan dest bi şoreşê bikin oxlim? Ma kîjan zilam memikên jinên xwe naxin devê xwe û bi wan nalîzin, ma naxwe ew jin û mêr jî dibin dê û weled? Ma dê û weled dikutin hev hey kurê nizanim çi?

Îcar mesela me û miftîyê Misrê Xerbeq Ibnul Kerman ev e gelî lotikvanan.

Xwedê zane bê miftî efendî şevê çend caran memikên  jina xwe dixe devê xwe, wan dimije û lotikan li jina xwe dixe. Ê hey xwedênehişto, naxwe  çima tu bazdidî ser dêya xwe ibnî?

           Qahîre

About The Author