Mêrdînê tir ji Venedîk û Qudsê berda

Bajarê Mêrdînê bûye seyrangeha tûrîstan. Bajarê ku Kurd qedrê wî nizanin, îro wek bajarê herî kevnare û dîrokî ji Tirkiyê û Tirkan re dibe mal. Mêrdîn bûye xezîna derhênerên Tirk, ew derhêner li bajarê me, di nava dilê me de flîmên xwe dikşînin û tew heqaretê jî li Kurd û çanda wan dikin û wan di flîmên xwe de dikin hirç û hovên serê çiyê.

Bajarê Mêrdînê îro bûye seyrangeha tûrîstan. Tûrîstên ku Mêrdînê dibînin, wek ku ji kerê bikevin tên ser hişê xwe, li bedewî û dîrokîya bajêr heyran dimînin.

Ji ber ku bajarê Mêrdînê bûye seyrangeha tûrîstan, xanî û avanîyên bajêr jî sed qat buhatir bûne û bi milyon dolaran tê behskirin. Xanîyên ku berî 10 salan bi 25 TL bûn, îro bi 1-2 milyon dolaran tên ber bazarê.

Mêrdîn a ku Kurd, Suryanî, Ermenî û Mihelmî bi ziman û olên xwe yên cuda tê de dijîn, di warê tûrîzma ol û çandê de gavên mezin davêjin. Di Mêrdînê de dikan, otêl û avanîyên bilind lêdikin û bala tûrîstan zêdetir dikşînin ser bajêr.

Sala çûyî milyonek tûrîst serdana Mêrdînê kiriye. Tê gotin ku wê îsal hejmara tûrîstan bigihê 1, 5, 2 milyonan. Di nava 8 salên vê dawîyê de hejmara tûrîstên ku serdana Mêrdînê kirine 8 milyon e.

Li gora ku Walîyê Mêrdînê Tûrhan Ayvaz gotiye, gellek dewlemendên ji welatên wek Dubaî, dixwazin otêlên 7 stêrk li Mêrdînê lêkin û ji niha ve ketine dora tenûra bajarê me. Herweha, li gora lêkolînekê, tê gotin ku bajarê Mêrdînê ji bajarê Venedîk ê Îtalya û ji Qudsa Israîlê jî navdartir bûye û zêdetir bala tûrîstan dikşîne.

Axir, bajarê ku em Kurd qîmetê pîvazek xerabe pê nadin, îro dibe bajarek dinyayî û ji Tirkan re dibe mal.

Birastî me qîmet daye çi heta go  em bidin gund û bajarên xwe ka hûn nabêjin?

Mêrdîn

About The Author