Ne dixwîne, ne temaşe dike

Jına herî seksî û agirpêketî ya Hollywoodê Angelîna Jolîe, niyet û kama dilê xwe ji Lotikxanê re eşkere kir û dilê xwe rehet kir.

Angelîna Jolîe, bi taybet ji Lotikxanê re çend lotik avêtin û behsa hinek taybetmendîyên xwe kir.

Jolîe, di destpêkê de silavên xwe yên germ û nerm ji esker, onbaşî, çawîş û başçawîşên Lotikxanê re şandin û got: “Ez silavan li wan dikim, herdu lêvên wan radimîsim”.

Axir, me di derbarê jiyana wê û hinek taybetmendîyên wê de çend pirsên lotikwarî jê pirsîn:

-Xanim Jolîe, hûn wek jina herî seksî û tenûrgerm tên naskirin. Gelo tenûra we sar nabe?

– Şikir ji xwedê re, tenûr sar nabe û tim dadayî ye. Bi şev û roj ez nanê şikeva pê vedidim. Nanê tenûra min ji nanê sûkê xweştir û lezîztire.

– Gelo navbera te û dostê te Brad Pît çawa ye, germ û nerm e, hûnê bizewicin yan na?

Erê germ û nerm e, lê ez nafikirim bizewicim.

-Çima?

Ê em bizewicin jî emê heman tirşikê bixwin û em neziwicin jî em heman tirşikê dixwin. Ha zewac, ha mehra îmamê çaroxî heman gû û rîx e.

– Gelo tu pirtûkan dixwînî, televizyonê temaşe dikî?

Na. Ne dixwînim, ne jî televizyonê temaşe dikim. Ez serê xwe bi derhênerîyê re dêşînim. Pirtûkan bixwînim çiye û nexwînim çiye, hemi heman çîrokan dinivîsin.

-Hûn wek qasida Yekîtîya Milletan kar dikin û bi taybet alîkarîya zarokan dikin. Ma gelo zarokên Kurda qet nayên bîra we, çima hûn li halê zarokên Kurd napirsin?

-Xwedê bela xwe li zarokên Kurd xistiye ma sûcê min e. Alîkarîya zarokên Kurd zêdeyî bejn û bala min e, mixabin nikarim tiştekî bikim.

-Hûn mêr û zilamên Kurd çawa dibînin?

-Wele bavo nizanim. Min lotikên wan neceribandiye, ma heta meriv hevdu negevizîne û hevdu nede ber lotik û zîtirkan meriv hevdu nas dike?

-Tiştekî ku hûn ji xwendevanên me re bêjin heye gelo?

-Car caran malpera we dişopînim. Lê hûn zêde behsa lotikên min nakin ha, ev nabe. Carna min derxin pêş û li ber dilê xwendevanên xwe şîrîn bikin babam. Silavan li wan dikim û destê xwe di ser serê wan re dibim.

-Spas ji bo vê lotika we Jolîe xanim.

-Spas xweş qurban…

Hollywood

About The Author