Nov 26, 2020

Nîjadperestî (Neteweperestî)

Neteweperestîya Mecbûrî, Nîjadperestîya Talûke

(Ez dixwaz im nîjadperestîyê(neteweperestîyê) bi du zimanan bi Kurdî û Tirkî li vira salix bidim ku kesên Tirk Kurdan bi neteweperestî sûcdar dikin fahm bikin neteweperestî çîye.. Ezê ewil bi Kurdî û di dû da jî bi Tirkî binivisîn im. Milliyetçiliği burada iki dille Kürtçe ve Türkçe dilleriyle tarif etmek isterimki Kürtleri milliyetçilikle suçlayan Türkler de milliyetçiliğin ne olduğunu anlasınlar. Önce Kürtçe sonra da Türkçe diliyle yazacağım.)


Di jîyana insan da xeysîyetên serkeftinê her tim heye. Her kes dixwaz e biserkeve û bi serkeftina xwe serveçûyîn dibe(gurur duyar) . İnasanek çewa bi serkeftina kesên nas û nêzen xwe bi serveçûyîn dibe(gurur duzarsa) , her wiha bi serkeftina kesên gundî, bajarî û hevwelatîyên xwe, bi serkevtina gelê xwe jî serveçîyîn dibe, serfiraz û serbilind dibe.
Minak insan bi serkeftina gelê xwe, bi serkeftina welatê xwe, bi serkeftina hevbazîyên siporê, bi serkevtina nûvedana(icatkirina) şaxek ilmê, şaxek teknikî, şaxek zanyarî, hêla aborî û pêşvaçûna cîhanê sebilind û kêfxweş dibe û dixwaz e kesek ji gelê wî di pêşbazîyên cîhanê da biser bikev e, bibe herî yekem, ji alîyê tim gelan va were naskirin û bibe navdar.
İnsan, bi serkevtina di pêşbazî û nûvedanên(icadên) evdekî ji gelê xwe di nav gelên navneteweyî da her tim serbilind dibe û dixwaz e gelê wî di warê navtewî da her serkevtî be. İnsan, bi sevkevftinên qenc û bi feyde dilşa û kêfxweş dibe. Ev kêfxweşî û şayî ji kes û gelên dî ra nebe hacetê yanê bûjenên(melzemeyên) xwenenasî, heqaretî û zilmê, kêfxweşî û şayîyên qenc in û ji kes û gelên dî re dib in uştê (sebebê) pêşvaçûyîn, nûjenkirin û geşbûnê.. Meriv dikar e ji van serkevtinên dilxweşî ra bêj e ku ji neteweparîzîyên qenc peyda dibin. Heker meriv vê neteweparêzîyê di rêyek qenc û pêşveçûna hemî gelan da pêk bîne, nekê armanc û haceta neyartî û kêmketîya gelên dî, gelê xwe mezin û bilintir nebîn e ev tiştek qenc e.
Xweparêzî, gelparêzî û neteweparêzîya di rêya geşkirina cihanê û temamîyan gelên cihanê, di rêya pêşveçûn, geşkirin, nêzikkirin, hevkarî û biratîya gelan da xweparêzî, gelparêzî û neteweparêzîyek gelek qenc û ji cîhanê ra bi feyde ye. Belê xweparêzî, gelparêzî û neteweparêzîya ku insan pişta xwe bide dewletê, bi alîkarîya qewetên dewletê, hêzên zilimkar û hêzên çektar bêt e pêkanîn û meriv xwe bi wan bilind, mezin, bêqusûr bibîn e, li kesên dî, gelên dî û neteweyên dî bi awayek xirab û kêmketîdîtin binêr e, wan kes, gel an neteweyan ji xwe ra wek xizmetkaran, xulaman bihesibîn e, xweparêzî, gelparêzî û neteweparêzî dibe tiştek gelek xirab û talûke, dibe nejadparêzîra rêya dîktatorî û faşîzmê… Ji xwe, gel û neteweparêzîyek bi vî awayî ra faşbûn têt gotin û navê xwe, gel û neteweparêzîyek wiha di cîhanê da “faşizm” tê got in. Belê kesên faşîst nabêj in ku ew faşîst in, dibêz in “ Em neteweparêz, gelparêz in.”..
Di cîhanê da neteweparêzên herî mezin dîktatorê Alman Hitler, dîktatorê İtalî Mûsolînî û dîktarê Spanî Franko bûn. Evan kesan xwe neteweparêz dihesibandin û bi alîkarîya dewletê, bi alîkarîya hacetên kuştinê, polos û eskerîyê ne dihiştin tu dengek dijî kiryarên wanên xirab derkev in, kiryarên xweyên xirab bi alîkarîya van sazûman û erkan qenc didan nîşandin, bi arîkarîya hevalên xwe û çapmenîyê forte û pesnetan di nav gel da, di cîhanê da didan belav kirin. Gelê xwe dixapandin, bi milyonan insan diketin meydan û kolanan, ji wan ra digot in “Her bijî! ..” û çepikên xwe lihev didan, wan bilind û bê hempa dikirin.
Heker em li vira minakek bînin zîmên di sala 1974’an da fitbol taxima Almam a netewî bu yekemê (şambîyonê) cîhanê.. Wê demê li Almanya nîjadperestîyek mezin tube bû. Kesên Alman neketin ser rê, dirb û kolanan, şayîyek bê hed nekire in. Kesî aciz nekir in, kesî bi çekên xwe birîndar nekir in û nekuşt in. Kesên kelek şa bûn, li qehwa(bîraxanan) rûnişt in, sıhbeta xwe kirin û bîra xwe vexwar in.. Hevaleke min bi navê Helmut hebû. Digot “Kêfa min tê ku em di cîhanê da bûn yekem. Belê ci hewce ye ez derkev in meydan û kolanan, lotikan bidim, bikim qî û gazî.”.
Niha Alman ne Almanê sala 1974a nin. Li Almanya nîjadperestî gelek zêde bû ye. Ew êdî jî qîyamet radik in dema dibin yekem. Neteweparêzî li Almanya hat zêdekir in,. Dema Alman di maçek da biser dikev in ew jî bi al, tomofil û qorneyên xwe derdikev in zabok û kolanan qiyamet radik in. Bele çek û silahan navêj in, kesî birîndar nak in.. Tiştên herî xirab û balkêş ev e ku dema Alman di cîhanê da biser dikev in, berî Almanan bîyanî ala Alman bi tomofîlên xwe va dieliqî nin, derdikev in kolanan qiyamet radik in û nîjadparêzîya Alman dikin. Bi neteweparêzîyê, nîjadparêzîyê neyartîya biyanîyan dibe û biyanî dibin pêşvekirina neyartîya xwe, şerîta xweya dardakirinê bi dest^+en xwe amade dikin û kursîyê dardaeliqandinê didin be lingên Almanan…
Niha ez weger im ser bûyêra neteveperestîyê anî nîjadperestîyê.. Neteveperestî (Nîjadperestî) gelo çî ye, çewan çêdib e? Em dikar in nîjadperestî wiha salix bidin: Bi piştdan û piştgirtina qewetên dewletê, çekdarî û aborîya dewletê, xwe blindkir in û mezinkir in, qedirşînasî, qedirbilinî û nerxheskirina tiştên gelerîya netewe û kesên dî kêmdît in, wanan nemeriv qebûlkir in, qedirşînasî û qedirbilindîya nexirkirina netewîya (ulusaldeğerlerini) wan inkarkir in, perçiqand in û windakir in, qedirşînasî û nexirkirina netewa xwe bilindkir in, kêmasî, xeta û neheqîyên xwe û netewa xwe nedît in, qenckir in û mezintirkirinê ra em dikar in bêj in nîjadperestî, neteweperestî ye. Kesên bi vî awayî nîjadperest û ûxweperest bin, ji wan ra faş anî faşîst têt got in. Heker em li vê salixdanê bi balkişand in binêr in em van xeysîyetên bingehî bibîn in:
1. Di dema fikir û ramana pêşdanê da qewetek heye ku meriv pişt didê, pal didê.. Ev tiştê ku meriv pişta xwe pê va girêdide dewlet û qewtên dewletê ne.
2. Qedirşînasî, qedirbilindî û nexirbilindkirina (ulusal değerlerini yüceltmek) netewa xwe.
3. Mezinî û bilindîya xwe û insanên ji netewa xwe qebûlkir in û qewetekê ji insanîyê bilindtir dît in.
4. Temamîya qedirşînasî, qedirbilindî û nexirbilinddayîna ji bo xwe û netewa xwe dît in.
5. Kesên ji neteweyên di layıqê xizmetkarîya netewa xwe qebûlkir in.
6. Temamîya tiştên qenc mina qedirşînasî, qedirbilindî, nexirbilindî, şeref, namûs, jîr û zîrekî, akilmendî û şanazî, qîmet û rûmetîya xwe û netewa xwe dît in û qebûlkir in. Li gorîya wan, ji bilî wan û netewa wan tu kes û tu netewe nikar e bigîhîj e van xeysîyetan.
7. Mezinîya xwe û nijadîya gelê xwe herî bilind dît in, ji xwe û ji gelê xwe ra ra layîqîya temamîya xeysîyetên qenc layiq dî tin, di cîhanê da tu kesek û gelek jê û ji gelê wî ne mezintir hesiband in.
8. Tiştên, qedirşînasî, nexirbilindîyên ku layiqê xwe û gelê xwe dibîn e layîqê tu kes û tu gelî, tu neteweyî nabîn e.
Kesên ku xwe xwedîyên van tiştên min li jor anîn zimên in, tiştên wek qedirşînasî û nexirbilindîyên minak gel, welat, merşa netewî, ziman, namûs û tim nexirbilindîyên dî bi xwe û bi netewa xwe ra herî bilind dibîn e û van xeysîyetên qenc layiqê xwe û neyewa xwe dibî ne, kes û neteweyên dî jixwe û ji netewa xwe ra kole dihesibî ne..
Ala neteweyên dî li zaboq û kolanên xwe agir berdidê, dişewitîne, belê xeberekî herî sivik û hereketekî herî biçûk dijî ala xwe sebeba şer dinirxîn e. Welatê gelên dî işgal û talan dik e, wan gelan êsîr û kole dibîn e, halhalana serkeftinê (zafer naraları) davêj e, xwe û gelê xwe qehreman dinirxîn e, belê dema gelên bindest ji bo azadîya welatê xwe kar bik in, karê wan xayîntîya dijî welatê xwe û gelê xwe dibîn e. Ji xwe ra heqê işgalkirina welatên gelên dî heq qebûl dike, belê dijî welatê xwe hereketekê herî biçûk xirab dihesibîn e û kevirekê welatê xwe ji welatê wan qîymettir û rûmettir dihesibîne. Heker ji bo kevirekê welatê xwe bi ecele welatê gelên dî işgal û talan nekiribe vê neişgalkirinê bi sebra netewa xwe va girê dide û dibêj e ku ew û netewa wî gelek bi sebir û aşîtxwaz in. Ji bo ku gelê xwe gelek mezin dibî ne, tim gelên cîhanê dixe alîyek selik=sevîyê (kefe) û xwe dixe alîyêk selikê dimêzîne, dîsa jî selika alê xwe ji temamîya gelên cîhanê girantir û mezintir dibîne.
Em dikar in bi du awan li nîjadperestîyê, li neteweperestîyê binêr in.. Pêwistbûna hebûna neteweperestîya talûk e anê nîjadperestîyê ku diçe faşîzm û dîktatorîyê… Neteweparêzîya ku min li jor qal kir neteweparêzîyek gelek xirab e nejadparêzî ye ku diçe dîktatorîyê û faşîzmê, dîktatorî û faşîzmê derdixe holê, dibe sebebê qirkirina gelên dî û kesên dî ku ne di rêya wan da ne….Ev xweperestî, gelperest û neteweperestî tu kesên azadîxwaz, demoqrat nikar in qebûlbik in, şermezar dikin û didefihî nin.. Ev tişt nîjadperedtî ye…
Belê, xweperestî, gelperestî û neteweperestîyek heye ku her meriv mecbûr dimîn e vê xweperestî, gelperestî û neteweperestîyê bike. Heker qedirşînasî û nexirbilindîyên (ulusal değerler) merivek, gelek û neteweyek ji dest hatibine sitand in, ketibine bin lingên neyaran, hatibine perîşankir in û inkarkir in, an jî hewlekir in û ceribandina sitand in û ji binî rakirina qedirşînasî û nexirbilindîyan hatibe destpêkir in û tetbîqkir in, kes, gel û neteweperestên bindest mecbûr in dest bi azadkirina qedirşînasî, qedirbilindî û nexirbilindîyên(ulusal değerler) xwe ên gelerî û netewî bikin û xwe, gel û netewea xwe azad bikin. Destpêkirina bûyêra bi vî awayî qedirşînasî û nexirbilindîya xwe, gel û netewa xwe dibe mecbûrî, dibe seba azadîîya ji binîrakirina xwe, gel û netewa xwe.. Ji bo ku qedirşînasî û nexirbilibdîya meriv, gel û neteweyek bimîne di dest da, di nav qedirşînasî û rexnebilindîyan da em bixwaz in nexwaz in xweperestî, gel û neteweperetî heye û ev jî xweparazî, gelparazî û neteweparazî ye.. Kesek, gelek an neteweyek dema qedirşînasîö qedirbilindî û nexirbilindîyên wan ji destên wan bi darê zorê bêt in sitand in ew mecbûr in bi hîsên qedirşînasî, qedirbilindî û nexirbilindîyan dest bi azadîya xwe bik in. Di vira da meriv dest bi azadîya qedirşînasî û nexirbilindîya xwe û netewa xwe dike. Armanca merif ne perçiqandina qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîya kesek, gelek an neteweyek dî ye. Armanc ne êsîrkirin û şerpezekirina gel û neteweyên dî ne. Heker meqset ji binî rakir in û bidestxistina qedirşînasî û nexirbilindîya kesên dî, gelên dî û neteweyên dî be û meriv pişta xwe bide dewlet û qewetên dewletê, bi alîkarîya çek, polos, leşker, aborî û tim qewetên dî ev armann û daxwaz bête pêkanîn ev yek nabe armanca azadkirina ji bindestîya qedirşînasî û nexirbilindîya netewî, ev armanc dibe zordestî û esaretîya kes, gel û neteweyên dî û ji vê yekê ra nîjadperestî, dîktatorî û faşîzm têt got in û nerixand in…
Heker em li ser hinek mînakan biseki nin, dikar in bêj in dema piştî şerê cîhanê ê yekemin di salên 1920 û 1923 îyan da şerê ku Tirkan destpêkir, şerek azadîya qedirşînasî û nexirbilindîyên Tirkan bû. Wê demê hat xwest in ku welatê Tirkan were işgal kirin, qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên neteweyî ji Tirkan bên sitand in û perçiqand in. Tirkan di bin rêzanîya Mistefa Kemal da dest bi şerê azadîya qedirşîbasî, nexirbilind û qedirbilindîyên xwe û netewa xwe kir in. Mistefa Kemal û hevalên wî mecbûrbûn bi qeweta qedirşînasî û qedirbilindîyên xwe û netewa xwe dest bi şerê azadîya xwe û gelê xwe bikin û her tim van erkan bidin pêşîya xwe, gel rakin ser lingan. Meriv dikare bêj e ku Mistefa Kemal û hevalên wê Wê demê xweperes, gelperest û neteweperest bûn. Belê ev xweperestî, gelperestî û neteweperestî mecbûrî bûn û ewan nedixwest qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên neteweyên dî ji wan bistî nin, bavêj in bin lingên xwe.. Ew wê demê xweperes, gelperest û neteweperet bûn û ev mecbûrî bû…
Dema dest bi şerê azadîya qedirşînassî, nexiebilindî û qedirbilindîyên xwe kirin ji gelê Kurd alîkarî sitand in… Mistefa Kemal û hevalên xwe ji Kurdan û temamîya cîhanê ra gotin dema em dewleta xwe damezirî nin di warê qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên gelerî û netewî da, di nav Tirk û Kurdan da tê wekhevîyek hebe û her gel, her netewe ji hemî warî va azad be. Gelê Kurd dest di nav dest, mil di nav mil da piştgirîya gelê Tirk kir û bi hev ra ketin şer. Piştî azadîya qedirşînasî,nexirbilindî û qedirbilindîyên gelê Tirk, Mistefa Kemal û hevalên xwe komara dewleta Tirk bi alîkarîya gelê Kurd damezirand in. Mistefa Kemal û hevalên xwe qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên gelê Kurd inkar kir in û xwest in di vî warî da tu heqek ned in gelê Kurd. Seba ku qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîya gelê Kurd ji alîyê Mistefa Kemal û dewlata wî ya nû va hat inkarkir in û perçiqand in, Şêx Seîdê Kal dijî van xapandinan derket….
Dema Mistefa Kemal û hevalên xwe dest bi şerê azadîya qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên netewa Tirk kir in, bi nereweparastîyê dest pêkir û ev neteweparastîya wî neteweparastîyek mecbûrî bû. Belê piştî dewlet û komar damezirandinê inkarîya qedirşînasî û qedirbilindîên gelê Kurd kir û bi alîkarîya qewetên dewleta nû temamîyên qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên gelê Kurd avêt bin lingên xwe. Bi vî hal û hereketî Mistefa Kemal bi neteweperestîyek nîjadî, inkarîya gelên di kir û ev neteweperestî, neteweperetîyêk xirab bû ku tu kesên demoqrak û azadîxwaz nikar in qebûlbik in. Ev rê rêya dîktatorîyê bû û qed ne rêya demoqrasîyê bû. Ev neteweperestî dibe neteweperestîyek gelek xirab, dibe nîjadperestîyek ku rêya faşîymê vedik e…..
Niviskar û ronakbirên Tirk û heta ronakbirên Kurd jî li her war û mekanî, di çapemenî û weşanên xwe da li ser xweperestî, gelperestî û neteweperestîyê ramanên xwe tînin zimên. Gelek kes dema behsa xweperestî, gelperestî û neteweperestîyê dik in, Kurdan neteweperest yanî nîjadperest didin nas în. Gelek ji van kesan belkî nizan in neteweperestî-nîjadperestî çî ye? . Belê bê şik û şiphe piranîyan van kesan qenc dizanin û bi zanebûn Kurdan û sazûmanên Kurdan neteweperest-nîjadperest didin nas în.
Em PKK jî bikin navê, bi PKK va tim hêz, partî û sazûmanên Kurd û Kurd ne neteweperest in… Ji bo neteweperestîya- nîjadperestîya kes, gel û neteweyên ku pişta xwe didin kesan, sazûman û dewletan bi hindikayî dibe dîktatorîyê neteweperestîya ku pişta xwe dide qewetên dewletê û ji sazûmanên dewletê, ji qewetên dewletê alîkarî û qewet distîn e, dibe nîjadperst. Berî demek di televizyonek da li ser vî warî gengeşe hebû û ez ne xeletbim ji partîya HAK PARê birêz Fehmî Demir di vê gebgeşê da cî girti bû. Ewî gut ku neteweperestîya kurda tune û çênabe. Profesor Ümit Özdağ ê nîjadparêj dijî derket û Kurdan netewperest-nîjatparêz da nas în. Fehmî Demir hewlda ku gotinên xwe bide zeximkir in, belê li gorîya min serkevtî ne bû. Neteweperestî- bîjadperestî ev e ku kesek, sazûmanek, partîyek, neteweyek pişta xwe bide dewletê û qewet ji dewletê digr e. Gelo dewleta Kurd heye kû kesên, partîyên Kurd bikarib in neteweperestî û nîjadperestî bikin. Dewleta Kurd tune û Kurd nikar in ji dewlete qewet bigrin û neteperestî bikin..
Rehmetîyê Uğur Mumcu gelek li ser netewîperestîyê disekinî, di her hal û karî da Kurdan neteweperest dida nas în. Neteweperestên Tirkan jî û neteweperestên Kurdan jî tim rexne dikir. Min di saxîya rehmetîyê Mumcu da du caran jê ra name nivisand û neteweperestîyê salix da û anî zimên ku li gorîya salixdanê neteweperestîya- nîjadperestîya Kurdan ne neteweperestîya ku dinya xirab dizane ye, ne nîjadperestî ye.. Kurd ji bo azadîya qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîya (ulusal değerleri için) xwe şer dikin û di vî şerî da neteweparêzî heye….
Roja 01.01.2010 an diqenalekî televizyonê da li ser neteweperestî- nîjadperestî gengeşeyek hebû.. Di vê gengeşê da Can Ataklı, birêz Altan Tan rexne dikir û wî bi neteweperestîya-nîjadperestîya Kurd şermezar dikir. Can Ataklı efendî an neteweperestî çîyê nizanibû an jî bi zanebûn pişta xwe dida dewletê, Laîktî û Kemalîzmê û bi piştek germ birêz Altan Tan şermezar dikir. Halkî kesê were Şermezarkirin Can Ataklı û Kemalîzm e. Evî gelek qenc dizanibû ku Kemalîzmê kes nikare rexne bike, Kemalîzm tiştek tabû ye, ji bo parastina Mistefa Kemal û Kemalîzme zagonek heye. Gelo li tu dewletên demoqrat meriv dikare mînakek bide nîşandan ku ji bo parastin û nerexnekirina şexsek zagonek heye? .. Gelo, hebûna vê zagonê ne inkarkirina demoqrasîyê ye? … Geloö hebûna vê zagonê ne parastina neteweperestîyê û nîjadperestîyê ye? ? ? .. Gelo, hebûna vê zagonê ne işareta hebûna dîktatorî û faşîzmê ye? … Heker ku li welatek meriv nikaribe şexsîyetek rexne bike, gelo li wî welatî meriv dikare fesla demoqrasî, azadî û wekhevîyê bike? …
Can Atakli û nîjadperestên Tirk qenc dizan in kes, netewe û gelên ku bindest in û dewleta wan tune nîjadperestîya wan jî tune û meriv nikar e wan bi nîjadperestîyê sûcdar û şermezar bike… Ew kes, gel û netewe hewl didin ku qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyên netewa xwe ji bin lingan derêx in, xwe azad bikin û wek gelên azad jîyana xwe bidomîn in. Neteweperestî û nîjadperestîya gelen bin dest nabe. Gelên ne xwedî dewlet ku li ser welatên xwe bê qedirşînasî û qedirbilindîya netewa xwe mecbûr dimîn in, jîyana xwe bidomîn in, bi mecbûrî û darêzorê qedirşînasî û qedirbilindîya gelê serdest pêk bînin, meriv nikar e evdên wî gelî û wê neteweyê nîjadperest nîşan bide… Kesên ku ji vî hal û pergalî fahm nekin ew kes nîjadperest, zilimdar û faşîst in..Dewlet, ordû, polos, dibistan, dadgeh û sazûmanên dewleteka Kurdan nîne û Kurd dixwaz in Kurd şerê azadîya qedirşînasî û qedirbilindîya xwe dik in û mecbûr in welatperestî, gelperestî, neteweperestî û xweperestî bikin. Di şerê azadîya qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîyê da hebûna van tiştan mecbûrî ye, wek goşt û nenûk nikar e ji hev cûda bibe….
Kurdên Iraqê ji bo azadîya welat, gel, netewe, qedirşînasî û qedirbilindîyên xwe şer kirin. Ew di vî şerî da ne nîjadperest bûn. Dema Mistefa Kemal dest bi şerê qedirşînasî û qedirbilindîya gelê Tirk kir ne nîjarperest bû û mecbûr welat, gel, neteweperestî bike. Meriv heta sala 1923’yan ji Mistefa Kemal ra nikare bêj e nîjadperest bû. Meriv nikarê ji Mistefa Berzanî ra bêj e nîjadperest..
Niha bi alîkarîya Mesût Barzanî, Celal Talabanî, kes û dewletên dî li Kurdistana Başûr Kurdan parlamenek û dewletek federal damezirandin e.. Hêzê wanê ewlekarîyê hene, polosên wan hene, sazûmanên wanê dewletê hene. Heker pişta xwe bidin qeweta dewleta federal û gelên li Kurdistan ku ne Kurd in, gelên Tirkmen, Asûrî, Ereb û ên dî ezîyet bikin, qedirşînasî, nexirbilindî û qedirbilindîya wan gelan nasnek in, bavêj in bin lingên xwe, em dikar in ji Mesût Barzanî û Celal Talabanû ra bêj in ku ew niha nîjadperest in. Belê dema ewan şerê azadîya qedirşînasî ö nexirbilindî û qedirbilindîya gel û netewa xwe dikir in ne nîjadperest bûn û meriv nikarîya wan bi nîjadperestîyê şermezar û sûcdar bike.. Di şerê wanê dijî Saddam da netewîperestîya wan ne netewîperestîyek nîjadperestî bû… Divê herkes vî bizanibe……
Kesên dewleta wan tune nîjadperestî, neteweperestîya wan jî çênab e…
Nîjadperestî, neteweperestî bi alîkarîya dewletê çêdib e…..
Madem dewleta Kurdan tune tu kesek nikare Kurdan bi nîjadperestî, bi neteweperestî sûcdar bike….

 Dengê Kurdistan

%d Bloggern gefällt das: