Welatê Tirkiyê û asîmîlasyona li ser gelê Kurd

Ji Şoreşa Firensizî hetanî belgeya 1808an ya bi navê Senedî Îttîfaq de hatiye îmzakirin û ji vê tarîxê de hetanî peymana Tanzmînatê (p.z.1839) mafê hindikaiyan tucaran bi awakî mafî mirovî neketiye bin îmze û zagona bingehîn. Welatên Ewrûpî ji bo mafî hindikiyan di bin qanuna zagona bingehîn keve, li ser dewleta Osmanî bandoreke mezin dikirin. Fermana Tanzîmatê, 1839an de bi navê Gulxane ya Hattû Humayûn hate îmzekirin. Li gor vê fermanê gelek maf dane gele hindik û yên bîn desthilata Osmaniyan, lê tu caran îcreet bi cîh nebû.

Ji ber vê, em li dîroka Osmanîyan dinêrin ku serweriya padîşah peymana 1808an tê  qontrolkirine. Ev belgeya peymanê ji bo erk û desthilatiya padîşahan ji bo sehetkirinê belgeyeke baş û mafekî demokratîk e. Ev belgeya di dewleta Osmaniyan de gelekî girîng e, lê ev belgeya tucaran bi awakî însanî û li gor peymanê nehatiye cîh e. Meriv, dema lêkolînê dike, ev belgeya Senedî Îttîfaq ji bo mafî mirovî û ji bo pêşdaçûna demokrasiyê tu feydeya xwe tune bûye. Belge, mîna xeyalekî hatiye îmzakirin. Û gavên demokrasiya yekemîn di girekê da maye û ji bo însaniyetê qet paya xwe diyar nebûye.

Dema ku em li dîroka Cumhuriyeta (Komara) Tirkiyê dinêrin, zîhniyeta dewletê ti caran hebûne pirzimanî û hebûna pirçandî di nav xwe de nepejirandiye. Sala 1927an de rojnameya Wakîtê da bi nêrîneke balkêş sazumana Komara Tirkiyê îfade dike:” Dema ku singuya çekê xuya dibe, pirsgirêka Kurd tunene…” Encamên vê polîtîqayê bi awakî tûnd û aşîkar li ber çavan e. 29 serhildanên Kurdan derbas bûn, bi deh hezaran mirin û kiştinên mirovan, bi hezaran sêpiyên îdamê, seş hezar gundên ku koçber bûyî, wehşet û tûnda ku li gel hatiye kirin û xwîna ku her dem diherike…

Ev bûyerên ku em tînin ziman di warî îfadekirinê de sedî pênce ye. Komara Tirkiyê di serî de hetanî îro her dem înkara xwe berdewam kir. Dema ku em li şuna xwe da, li hal û ehwala civaka Tirkiyê dinêrin; ewqas xwîn û tûnda ku qewimiye çi çareser kir? Nasnameya Kurdan ma kire tûne yî? Gelo, Kurd bûne Tirk? Gelo, Kurd û Kurdîstan ji cîhanê rabû? Ma T.C gihîşte aramanca xwe? Tirkiye bi vê tevgera xwe gihîşte asta dewletên modern (hemçaxî)? Ev pirsana meriv kane hîn zêde bike, lê hewce tune.

Bi çavekî civaknasî meriv li civaka Îspanyê dinêre, ti pirsgirêkên ku nêne çareserkirin tune ne. Civaka Tirkiyê û Îspanyayê di warî pirgirêkên civakî, pirçandî û pirzimanî de mîna hev in. Dema me ya nûjen da pirsgirêkên; civakî, çandî, nasname û perwerdeya zimên de ti yê nêne çareserkirin tune ne. Îspanya, di warî pirzimanî û pirçandî de gelek pirsgirêkên xwe çareser kirine, lê çima Tirkiyê ji bo çareserkirina pirçandî, û pirzimanî nebe.

Pirçandî û pirzimanî dewlemendiya civaka Komara Tirkiyê ye. Ew dewlemendiya ji bo jiyana civakê bi kar nebe, wê çaxê dibe pirsgirêka civakî. Dewlet û dewletên din jî pirsgirêkê li gor xwe bi kar tînin.

Komara Tirkiyê, li gor dema modern (nûjenî) pirsgirêkên çandî, dadî, zanistî, perwerdeyî û pirzimanî, pêwîst e ku ji bin pişafandinê derxîne. Çareserkirina van pirsgirêkana hêz û qeweta Tirkiyê wê hîn zêde bike. Rojeva Tirkiyê, ev pirsa kurdî ye. Gerege, li civaka me her netew li hebûna netewa xwe xwedî derkeve ku pirsgirêkên mezin nebin. Kurdek, ‘Erebek an jî Lazek gerege ji bo perwerdeya zimanê xwe xwedî derkeve. Ew xwestina ji bo nasname an perwerdeya zimên mafî mirovî ye. Xwestina herî demokratîk e.

Heq nedayin û heq înkarkirin tê maneya asîmîlasyonê. Dema modern da asîmîlasyon sûcê tewî giran e. Dibê her heq û nirxên gelan bi awakî demokratik werê dayin. Cumhuriyeta Tirkiyê li benda demokrasiya gelan e. Gelê Tirkiyê li benda sekinandina asimilasyona ziman û kultûrê ye.

 Gazetekurd

About The Author