Di hewldana 12an de gemî wê bi xêr û selamet biçe giravê!

 Di cejna pîroz ya remezanê de jî dîsa birayên me yên Tirk gotin „Dînime îmanime gemiya giravê arîzelîdir”.

Abûqatên ku her Çarşem vala diçûn, lê bi tûrek ayetên ezel û ebed ji giravê vedigeriyan, ev bû şeş hefte ku destevala bi ser mala bavê de stuxwar vedigerin. Êdî em her Çarşem hev pîroz nakin û nabêjin ”çavê me ronî be!”.

Tabî, Kurd ne Kurdê berê ye û ji 7 salî heta 17 salî giş dizanin ku ev arîze ne demokratîk e. Dijmin ji ayet û perspektîfên serok yên ji bo ciwanên Fisbûkê ditirse.

Di nav şeş hefteyan de ev tam bû yanzdeh car ku abûqat li keviya deryayê tên sekinandin û destûr nayê dayin ku ew derbasî girava meşhûr bibin. Xetera mezin ew e ku riya ewqas ilm û zanînê di giravê de nemîne û girav biteqe. Êdî hingî em binerin bê Tirk wê xwe di kîjan kunê de veşêrin?

Lê carek maye, cara duwanzdehan. Ev reqema duwanzdehan reqemek polîtîk, fîlozofîk û mîtolojîk e. Sal duwanzdeh meh in, duwanzdeh lawên Israîl yanî Ya’qûb pêxember hebûn, hindik maye îmamê duwanzdehan, xwedêjêrazî Mehdiyê di çalê de, xwe nîşanî birayên me yên şî’î bide. Û wek ku hûn tev dizanin duwanzdeh qul, bi gotina biraderên kakacanî “kun” di insên de ne. Loma bera kes xwe nexapîne! Reqema duwanzdehan reqemek pir pir kûr e, bi mane, wate û bi nirx e. Ceribandina abûqatan ya cara duwanzdehan gelek pîroz, hessas, girîng û stratejîk e.

Em bi hêvî ne û heya nuqta xwîna xwe ya dawî em ê ji bo serkeftina hewldana duwanzdehan li ber xwe bidin. Bera kes ti fikrên din yên ne demokratîk neke! Berxwedana me wê bi ser bikeve! Gemî bi xêr û selamet wê biçe giravê û em ê bigihîjin ayetên xwe yên taze taze. Bi wan ayetan cardin wê bişirîn xwe bavêje ser rûyê mirîdan, gulên li ser tingê zibil wê bidin lotikan û bejinrihan wê dîsa govendê bigerînin.

About The Author