Kekê me Samî Tan çewal xist serê siyasetmedaran

Hewce nake em dubare û sêbare bêjin “Ziman nasname ye, ziman hebûna milletekî ye” filan û fîstan. Cudabûna navbera mirovan ziman e û millet jî bi zimanê xwe tên naskirin û ferqkirin.

Hinek siyasetmedarên qaşo Kurd bi salane zimanê Kurdî piştguh dikin û bi awayekî zanyarî xizmeta zimanê Tirkî û asîmîlasyona dewleta Tirko dikin. Gellek ji siyasetmedarên ku li ser pişta milletê Kurd diçêrin û xwe dikin serok û rêberên vî milletê xwelîliser, çareserkirina zimanê Kurdî dihêlin piştî şoreşê û bi şildim bildima zimanê Tirkî serê Kurdan dişon, wan teşwîqî axavtina zimanê dijminê xwe dikin. Ev siyasetek ji siyaseta dewletê ye û ji xwe heta şoreş bi ser keve, tu ziman mimanê Kurdî li holê namîne û wê Kurd bi temamî bên asîmîlekirin, bibin dewşîrme û şeqilmast.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê kekê me Samî Tan, di vê derbarê de ji çewalên Amerîkayê mezintir çewal xistiye serê siyasetmedarên Kurd û tirr ji wan berdaye. Samî Tan mîrkutek Kurdewarî li nav serê siyasetmedarên Kurd xistiye û dibêje: “Bi sê telaqên jinberdanê, siyasetmedarên Kurd pêşeroja zarokên xwe di hînkirina zimanê Kurdî de nabînin û ji ber vê yekê jî xwelîya heft gundan li serê xwe dikin û Kurdî hînî zarokên xwe nakin.”

Kekê me Samî Tan, dilê me rehet kiriye, mircaq û qeraseyek mezin avêtiye bin dûvê siyaseta siyasetmedarên Kurd û gotiye: “ Kurd nikarin meseleya zimên taloqî piştî rizgariyê bikin. Te divê bila xweseriya demokratîk be, te divê federasyon be, te divê serxwebûn be, kîjan statû be jî di encamê de ger em li benda wê rojê bisekinin, em heta wê rojê meseleya ziman taloq bikin, meseleya çandê taloq bikin, piştî wê demê em ê li holê zimanekî ku em lê xwedî derkevin û pê pergalek perwerdehiyê ava bikin, nebînin. Ev ziman heta wê demê wê ji nava civakê derketibe, wê tenê di nava çend rewşenbîran de wek zimanê nivîskî bimîne. Lê ji wê wêdetir di nava civakê de wek zimanekî zindî ku di nava hemi qadên jiyanê de tê bikaranîn nemîne” û pelûla kelandî bi serê siyasetmedarên “mejî Tirk” de rijandiye.

Ez serê we neêşînim û nekim wek dahola Şemoyê mitirb, kekê me Samî Tan dilê me li siyasetmedarên şeqilmast rehet kiriye û xêrek ji çiyayê Araratê mezintir bi dê û bavê xwe kiriye.

Ê de hûn jî hevpeyvîna wî bixwînin û dilê xwe rehet bikin babam…

Lînka hevpeyvînê ev e:

http://aknews.com/ki/aknews/9/259062/

About The Author