LKD li pataxê ket

Belê, Lêgerîna Kurdên Demokrat li pataxê ket, top avêt û dawî li hebûna xwe anî.

Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD) berî çend meh û salan bi halla halla, bi def û zirnê hat damezirandin û xwest alternatîfek Kurdistanî ava bike û lotikek pîroz bavêje. Lê dibêjin hesabê malê û sûkê li hev dernakeve. Hesabê LKD û çawîşên wê jî li hev derneket. Ji wan weye ku avakirina alternatîfek Kurdistanê hêsan û rehet e. Nizanîbûn ku Kurdên xwelîliser bi bêhna esrar û morfîna dewletên sererd û binerd bêhiş ketine û ji dergeha şêx pê ve tu dergehên din nabînin.

Axir, wê demê jî me bang li wan kiribû û gotibû „Cîgerim, kadroyên ku partîyek ava kirin û yek xirakirin, kesên ku nikarîbûn rêxistina xwe îdare bikin, mejî û fikrên ku wek petîx, zebeş, xiyar û bacanan ji hev dûr in û wek hev nafikirin, nikarin alternatîfekê saz bikin û bibin alternatîf. Alternatîfbûn bedel dixwaze, di pêşîya alternatîfbûnê de du qeraseyên wek dewletê û PKK hene . Kes bi rehetî li keda xwe nabuhure û kes naxwaze alternatîfek Kurdistanî ava bibe qardaşim“ û lotikek avêtibû. Lê mixabin kesî guh neda lotika me.

Em serê we neêşînin, doh jî me bang kir û îro jî em bangî wan braderên xwe yên LKD dikin:

Werin cîgerim werin!

Çend kontenjanên Lotikxanê vala ne. Berî ku hinek din wan kontenjanan dagîr bikin, werin di Demokratîk Lotikxane Partîsî de lêgerîna xwe berdewam bikin. Ez bi serê xwe û we kim, ji Demokratîk Lotikxane Partîsî xweştir û saxlemtir alternatîf tuneye û çê jî nabe. Hema serê xwe neêşînin û li tiştekî din negerin, serê xwe bilasebeb neêşînin. Alternatîf hazir û amade ye û em qirûşekî jî ji we naxwazin.

Ê de haydêêêêêêêêêê…!

————————-

LKD dawî li xebata xwe anî

Lêgerîna Kurdên Demokrat, bi pêdiviya rêxistineke ku mafên Kurdan yên hevbeş, wek bingeh bipejirîne ku armanca wê; cîbicîhkirina desthilatdariya Kurdan ya li ser axa xwe be û li gora vê yekê bernameyeke kulturî, civatî, sîyasî û aborî bide ber xwe û li Bakurê welatê me, ji bo alîkariya dagirtina alternatifeke siyasî bike, hate damezrandin. Di gel hemû astengiyên pirralî, di pêvajoya cîbicîkirina armancên xwe de LKD hin pêngavên berbiçav avêtin û demekê bu wek hêviyekê. Bi taybetî helwesta di dema referendûmê de wergirt, bû destpêka eşkerekirina dîtin û helwestên saziyên demokratîk yên civatê. Her weha bi pêşbînîyeke hêvîdar helwesta di hilbijartinan de û dîtin û ramanên li ser tevkarî û hevkariyên bi şexsiyet, hêvîyeke baş da beşekî civatê yê hêja ku nedixwestin dîtin û ramanên xwe bixin bin îpotekên sîyasî û alîkar û piştgirên alternatifeke nû bûn. Bi tenê ne hêzên dagirker,hêzên xwe wek neteweyî nîşan didan, bi gelek reng û awayan  hewildan da rê li ber avakirina tevgerek Neteweyî  bigirin. Em bawer in li bakurê welatê me alternatîfek sîyasî a neteweperwer,  bi şaxsîyet û serbixwe zû an dereng dê bê avakirin.Netewa Kurd dê li ser axa xwe bibi deshilatdar û li Rojhilatanavîn bibe hêlîna Demokrasîyê.

Mixabin, Lêgerîna Kurdên Demokrat, tiştên ku dixwest bibîne nedît. Rastiyeke tal e, lê belê di pêvajoya gihîştina armancên xwe de, bi ser neket. Helbet kêmanî hebûn; ji ber gelek sedeman hin ji me kêm bûn, me taybetiyên ku em wekî rêxîstinekê tevbigerin, ava nekir.  Jiyanê dîsa bi zelalî da ber çavan ku em, ew çend kesên vî barê giran hilgirtibûn, bi tenê têra avakirina alternatifek sîyasî li bakurê Kurdistanê nekir. Bi felsefeya ku dema doktor nikaribe nexweş baş bike, divê dest nedê da xerabtir nebe, me karûbarê LKD di civîna roja 6.9.2011 de bi dawî anî. Ev kurtedaxûyanî berpirsiyariyeke li hemberî raya giştî ye.09.09.2011

Amed

LKD

(Lêgerîna Kurdên Demokrat)

About The Author