LOTIKXANÊ DÎT

Demeke dirêj e ku Lotikxane dest bi lêkolîna li şikeft û qewêreyên çiyayên Kurdistanê kiriye.

Berê hatibû tesbîtkirin ku Ingilîzan di 1968an de li şikeftek çiyayên Pîrmamê qoqê mirovekî dîtibûn û ew qoqê serîyan diyarî Arşîva Lotikxanê kiribûn.

 Li ser wê yekê, Lotikxane dest pê kir û lêkolînên xwe berfirehtir kir.

Niha qoqekî din ji aliyê lêkologên Lotikxanê ve hate dîtin ku du milyon sal berê li Kurdistana gewre mirov jiyane.

Ha ew qoqê ku hatiye dîtin, nimûneyek ji wan qoqan e ku niha di arşîva Lotikxanê de ye. Pisporên me yên sererd û binerd niha li ser vî qoqê serî lêkolînên berfireh dikin û di wê bîr û bawerîyê de ne ku dibe ev qoqê serî qoqê serê mamê me Ristemê Zal yan jî yê bapîrê me Hz. Nuh be.

Piştî analîz û lêkolînên DNA, wê pisporên me raporek berfireh li ser koka mirovatîyê ji awira gelemperî re eşkere bikin û tirrê ji meselê berdin.

Li gora lêkolîner û mêrê bi 100 mêrî mamê me Hecî Cimo dibêje, îhtîmalek ji %99,5 heye ku ev qoq qoqê serê bapîrê me Hz. Nuh be û heke texmîna wî rast derkeve, şik û guman tê de namîne ku mirovatî ji Kurdistanê û kîrê Kurdan belav bûye. Ango, Kurd bavê mirovatîyê ne..

Arkeolog Seydayê 12 Ilmî

Kurdistan

About The Author