LOTIKXANE LI MERÎXÊ BI CÎH BÛ

 Xwendevanên Hêja!

Îro piranîya dewletên dinyayê ji vê dinyaya gewrik dilsar bûne û dixwazin li ezmanê heftan dinyayek din ava bikin. Ji ber vê jî, robot û fûzeyên xwe dişînin ber perên ezmanan û li dinyayên nû digerin ku karibin dagîr bikin. Me dît ku nabe û heta bi qirdikekî wek Ehmedînejad jî fûze û firokeyên xwe dişîne ezmanê heftan, me jî wek Lotikxane biryar da ku em çek û cebilxaneyên xwe yên sererd û binerd derxin holê û em jî dest berê xwe bidin ezmanê heftan.

Şirketek Lotikxanê ya lêkolînê bi navê KURDSA hebû, me heta niha jî bi nihênî digirt û me nedixwest kes pê bihise. Ji ber ku me ew, ji bo rojên reş, yên giran û bi tofan re hiştibû.

Lotikxanê ew projeya robotan û ya computerê ku Smail Cizîrî (1106-1200) çêkiribûn,  ji zû ve xistibûn jiyanê û ne li dinyayê, lê li van exterên kaînatê lêkolîn dikirin.

Salek berê NASAya Obama hêvî ji Lotikxanê kir ku Lotikxane alîkariya wê bike. Em fikirîn, me got: Madem Emerîka xwe li me girtiye û hêvî ji me dike, herweha ne adetê Kurdan e jî ku alîkariya xwegirtiyan neke, me jî KURDSAyê hinart alîkariya NASAyê.

KURDSAyê pêşî Dîwana Melayê Cizîrî da pêşiya xwe û ew helbestên ku behsa Merîxa Nehs dike şirove kirin û çû li ser Merîxê dest bi lêkolînê kir.

KURDSAyê di nava zinar û geliyan de hefteyekê geriya, çemekî boş dît û ava wî derxist ser ruyê axê. Piştre ew av bi cihukan bire ser deşt û mexeran. Li wan deşt û mexeran dest bi çandina titûn û pembû hat kirin.

Îcar eger dinya ji hinekan re teng bê, bila daxwaznameyê ji bo Lotikxanê bişînin, da em cihekî germ û nerm li ser Merîxê ji bo wan kifş bikim. Kesên ku di nava 10 deqîqeyan de daxwaznameya xwe bigihîne ber destên çawîş û başçawîşên şîrketa KURDSAyê, emê navê wan di defterek taybet de binivîsin û ji wan re %25 prosent erzanîyê bikin û belkî em xanimek ji xanimên Merîxê (ji ewên 18 salî û germik û nermik) wek diyarî pêşkêşî wan bikin.

De heydê ez derdê we nebînim. Hah!!!!

Merîx

About The Author