PÊVAJOYA QÛNEK

Birêz û sayin Şexmûs Dîken (Stirî) di nivîsara xwe de bal kişandiye ser stratejî û polîtîkaya hukûmetê ya nû û parlamentêrê me yê doxînsist Bengî Yildiz (Stêrk) parastiye. Mirov hev biparêze û li hev xwedî derkeve pir xweş û baş e. Lê kesên li ber çavan û ruh didin civakê, divê hay ji xwe û tevgerên xwe hebin. Ez nabêjim bila kîrê xwe di ber de jêbikin. Na, heqê min li wan tune ez tiştekî wiha ji wan bixwazim. Mêr mêr gotiye, jin jî jin…
Em ne dibêjin dev ji mêrantiya xwe berdin û ne jî dibêjin dev ji jintiya xwe. Herdu bi hev re xweş e û civak bi jin û mêr dineqişe, dixemile. Ya rast, ên ku di ber de jêbikin an jî bi xwe ve xiyarekî şînbikin jî azad û bi serê xwe ne.

Ji xwe bav û kalan peyveke pir xweş gotine: „Deve ye û bi serê xwe ye“
Gotineke xweş î din jî heye, bila ew bimîne ji mijareke din re. Bi xêr kengî mijar vebû, ez ê bi we re parve bikim. Lê ji kerema xwe, tiştên ku ez bi we re parve dikim, hûn jî nerin bi gelgûyan re parve nekin haa!
Weleh Erdogan li me hatiye xezebê, divê em hay ji xwe bikin. Xêr û guneh ne di stûyê min de, dibêjin ku Erdogan feq û dahfikan li ber kesên noqên ji wan vala dike vedide…
Ji xwe niyha gora sed û yek bavê Denîz Baykal û çîpê wî li beligoşka wî xist. Denîzo av û av çû. Rebeno dê bi tirs dihere nav nivînê jina xwe û rast derew dibêjin hew lê radibe.
Parlamenterên MHP ê yek bi yek xistin feq û dahfikan û piyên wan jî dan piyê Denîz Baykal. Li gor nûçeya nûçexanê, Kesên ku ji alî Erdogan ve nakawt bûne, dikin bi hev re di filîmekî pornoyê de bilîzin.
De ji bo tolazên Kurdistanê pîroz be.
Ev bang ji bo rewşenbîr, nivîskar, entellektuel, hunermend û serokeşîrên kurd e…
1: Ji xeynî jina xwe bi kesî re negerin.
2: Bi roj dernekevin derve.
3: Heta ev pêvajo piçekî nerm dibe, bi şelweran bigerin.
4: Ji ciyê kêf û seyranê xwe bistirînin.
5: Bi şev di tariyê de niyhandinê bikin. Bila rû û wechê we xuya neke.
6: Tenê bi kurdî bipeyivin, da ku kes ji we fêhm neke. (Yên ku nizanin jî bila xwe bi qurbana min û zimên kin û hîn bibin)
7: Dûrî ker meran bisekinin. Kare bêbextiyan li we bikin.
8: Di îskanên çayê de araq maraqê vexwin.
9: Berî ku hûn serê xwe bişon, baş li serşokên xwe binêrin. Dibe ku kamera mamera xistibine.
10: Hev nefroşin.

About The Author