Jina Kurd

Jina Kurd im ez naz û delalim

Zana û hêmin, jîr û ciwanim

Li deşt û newalan, wekî xezalen

Xodayê evînê,  ji eşqê re hevalim

Bibîne bixwîne,  ji wan reng û rûyan

Dixwazim bijîm ez, wekî we hemûyan

Wekhevî weke însan, ne wek heywan

Naxwazim bijîm ez bi girîn û  jan

Tu hey Kurdo, were merdo bi mêranî

Jina  Kurd bûn çiqas zore tu nizanî

Em tên kuştin bi destên we bi hêsanî

Şeref namûse, bedel xwîn û bêxodanî

Jin bi jinî, evîna reş, kotek û lêdan

Li her warî, bo çi em jin dibin qurban?

Bo Kurdistan  me xebat kir bi rih û can

Şer û xebat, bûne şehîd, heta neman

Rojek nîne bê xwe kuştin û şewtandin

Zilm û zorîya  ser  jinê,  jin  helandin

Mêrên zordest, civaka me paş hêlandin

Nîne çare, ji bilî wê xwe guherandin

Ez im Keça duhî, jina îro, dayka caran

Dilê xemgîn pir der û êş li dem û dewran

Xweş kin dilan, evan gulan, dilê daykan

Rêz û hurmet, qedr û qîmet, ji boy jinan

 

Ûrmîye

Rojhilatê Kurdistan

About The Author