Wey weleeeddd xalê Salih!

Piştî vegera xalê me Kemal Bûrkay, dilê gellekan ji me şewitî û hêsir ketin çavên me. Ê helbet ne rehet e, gava meriv bi salên dirêj bi hevre be û bi carekê ji dost yan hevalekî xwe biqete, zor û zehmet e. Xwedê neyne serê kesî…

Lê ji hemiyan bêhtir, ez li ber xalê xwe SALIHÊ OMERÎ dikevim hûn zanin.

Xalê me Salihê Omerî, beranê simbêlboq, nivîsek li ser vegera xalê me Bûrkay nivîsandiye û sernivîsa xwe jî kiriye: Emê bêrya te bikin. (http://kurdistan.nu/dk-yazilar/salihe_omeri_eme_berya_te_bikin.htm)

Wey weleeeeddddd xalê Salih, wey weled!

Dilê xwe û me bi xwe neşewitînê xalê Salih.

Hema çi cara go te bêrya xalê me Bûrkay kir, telefonekê jê re veke, emaîlekê jê re binivîse, yan jî bi rêya msn ê pêre çet bike û têkeve xoş û bêşê. Hew te dît dilê te rehet nebû, li teyarê siwarê û bê fiiiirrrrrrrrrrrrrr û bifire cem xalê me Bûrkay. Na te dît perên te têra çûn û hatinê nakin, hema li her odeyek mala xwe posterek xalê me Bûrkay daliqîne û sibê, nîvro û êvarî têra xwe lê binere. Na te dît dilê te bi wê jî rehet nebû û dîsa tu bêrya xalê me Bûrkay dikî,  çend rozet û xirxirkên  xalê me Bûrkay  bi cakêt û qapûtê xwe veke û wek Mahmûtkê Sittî dilê xwe bi bîranînên xwe rehet bike û tu sax.

Ma wekî din ezê çi bêjim xalê Salıh?

Stockholm

About The Author