Firoşkarekî Kurd çûye gundekî Tirkan, li ber derê malekê destgehê xwe vekirîye. Malxoyê malê jê re bi sênîyê hinek xwarin û çay tîne. Piştî xwarinê, herdu suhbet dikin û cixarên xwe dikişînin, jinek ji  malê derdikeve qûna xwe li ba dike û seksî  ber bi navenda gund diçe.

     Kurdê me bi  rindikbûna jinikê matmayî dimîne û bi çavekî xowarde li jinikê mêze dike. Mêrê jinikê  dibê “ Ula Kurdo  sen ne yapıyorsun ? Neye bakıyorsun? (Lo Kurdo tu çi dikî? Li çi mêze dikî? “

Kurdê me  qe nagire  ser xwe û bi  nîv Tirkîya xwe dibê  “  Ma bu qarî senindir? ( Ev jin ya  te ye ? )“

Mêrik dibê “ Hee benimdir.(Erê ya min e)”

Kurdê me dibê “ Sîkêsen mi ?(Tu dinê ne wilo? ) “

Mêrik dibê “ Hee sîkêrem (Erê dinimê) “

Li ser vê gotinê, ava devê Kurdê me diherike , wisa ji xwe ve çûye nîhana jinikê xeyal dike û dibê “ Keşke senîn yerîne olsaydim (Oxxx xwezî bi canê te) “

Xwedîyê malê firoşkarê Kurd  ji ber derê xwe diqewirîne werhasil…

    Li ser serê Kurdan hurme hurma topa ye, qirçîna guleya ye. Van rojên nêz başqan, sîyasetmedar û melayên ser erd û bin  erd di  hewz û deryayan de bi rindikên seksî re di  kêfê de ne. Ka mirov çawa nebê “ xwezî bi canê we “ cîgerim….

Kurdistan

About The Author