OXXXX XWEZÎ Bİ CANÊ WE !

Firoşkarekî Kurd çûye gundekî Tirkan, li ber derê malekê destgehê xwe vekirîye. Malxoyê malê jê re bi sênîyê hinek xwarin û çay tîne. Piştî xwarinê, herdu suhbet dikin û cixarên xwe dikişînin, jinek ji  malê derdikeve qûna xwe li ba dike û seksî  ber bi navenda gund diçe.

     Kurdê me bi  rindikbûna jinikê matmayî dimîne û bi çavekî xowarde li jinikê mêze dike. Mêrê jinikê  dibê “ Ula Kurdo  sen ne yapıyorsun ? Neye bakıyorsun? (Lo Kurdo tu çi dikî? Li çi mêze dikî?

Kurdê me  qe nagire  ser xwe û bi  nîv Tirkîya xwe dibê  “  Ma bu qarî senindir? ( Ev jin ya  te ye ? )

Mêrik dibê “ Hee benimdir.(Erê ya min e)

Kurdê me dibê “ Sîkêsen mi ?(Tu dinê ne wilo? ) “

Mêrik dibê “ Hee sîkêrem (Erê dinimê)

Li ser vê gotinê, ava devê Kurdê me diherike , wisa ji xwe ve çûye nîhana jinikê xeyal dike û dibê “ Keşke senîn yerîne olsaydim (Oxxx xwezî bi canê te)

Xwedîyê malê firoşkarê Kurd  ji ber derê xwe diqewirîne werhasil…

    Li ser serê Kurdan hurme hurma topa ye, qirçîna guleya ye. Van rojên nêz başqan, sîyasetmedar û melayên ser erd û bin  erd di  hewz û deryayan de bi rindikên seksî re di  kêfê de ne. Ka mirov çawa nebê “ xwezî bi canê we “ cîgerim….

Kurdistan

About The Author