Ka go tirra wan nebe fis başe

Wek hûn zanin, Sûrîye wek şorba ser êgir dikele û ava serê Beşarko tê kelandin. Ha îsal, ha salek din, wê Beşarko jî wek Mubarek û xalê me Qedafî rahije buxçika xwe û xwe di qulik û şikeftan de veşêre.  Lê belkî jî bext lê bikene û heta bi mirinê jî bi kursîyê xwe ve bizeliqe.

Werhasil, mixalifên Beşarko li Stenbolê li hev kom bûn û dest bi lotik û zîtirkên Erebkî kirin.

Li gora saloxdanên sîxurên Lotikleaksê, dibêjin mixalifên Beşarko li Otêla Pendîk Green Park ê civîyane û dest bi çîrokên pêşeroja Sûrîyê kirine. Li ser navê Konseya Millî ya Sûrîyê Besma Katmanî, daxuyanîya encama civînê xwendiye û ragihandiye ku wan Meclîsa Netewî ya Sûrîyê damezirandiye û ewê ji îro û pêde dest bi lotikên qerase bikin.

Li gora fitne û fesadên nav Meclîsa Netewî ya Sûrîyê dibêjin, xwedêgiravî wê meclîsa nuh ji bo têkbirina dîktatorîya malbata Esed bixebite û ji bo damezirandina dewletek adil û demokratîk, wê di qada navnetewî de dest bi lotikên bergîlkî bike.

Ez serê we neêşînim qurban, mixalifên xelk û alemê tên cem hev û li ser hinek rê û rêbazan li hev dikin, destên xwe didin hev. Lê em xwelîliserên Kurdên bakur dikin û nakin em nikarin lotikek hevbeş bavêjin û di qada netewî û navnetewî de cîh li Tirkoleran teng bikin.

Gelo hûn dibê sebeb çiye?

Ji nezanîya me ye, ji ehmeqîya me ye, ji bêxîretîya me ye, yan jî haşa ji qûnektîya me ye?

Ê de biryarê hûn bidin û hûn sax..

Stenbol

About The Author