MORA KURDÎ

Bila kes nebêje, Kurd bê dewlet ・bê medeniyet in.

Binerin, dozde hezar sal berî niha bapîrên Kurdan dewlet ava kirine, şeql û mor çêkirine û bi wan desthelatiya xwe ya ferî dane meşandin.

Lêkoler û arkeologên Lotikxanê berî mehekê xwe berdan binê erdê û hezar metro di binê çiyayê Agirî de ev mora han derxistine holê.  Piştre ev mohr anîn navenda Lotikxanê û di arşîva Lotikleaksê de veşartin.

Piştî ku lêkolînên DNA li ser vê morê hatin çêkirin,  derket holê ku ev mor ji aliyê Kurdan  ve hatiye çêkirin. Ev mora bapîrên me niha di xezîna me de veşartî ye û kesên ku bixwazin mora bapîrên xwe bibînin, bela bi nivîskî serî li Midurîyeta Arşîva Lotikxanê xe û xelas…

 Agirî

About The Author