Keç gerîlla

Diya min carekê min anî dinyayê, nizanim diya min yan malbata me bi çêbûna pêncemîn keça xwe çiqasî kêfxweş bûn, piştrast im diya min di wê rojê de zaf xemgîn bû ne ku ji ber hatina min, lê ji ber xeber û gotinên mirovên bavê min. 

Nizanim ji ber lawaziya me ya çandî bû yan ji ber nexwendevaniyê, ku dîroka jidayikbûna me bi başî nehatiye tomarkirin, ew dîroka ku hatiye tomarkirin, dibe ku piraniya min pêve girêdayî nebin, çimkî me xwe ne hilbijartiye. Ger em bi xwe re rastbêj bin, her yek ji me çend dîrokên jidayikbûna wî/ê hene, her çîrokeke evîndariyê di jiyana me de cejina jidayikbûnekê daye me. Heke ev çîrok ne serkeftî be jî, me hewl nedaye em vegerin lojîka mejî, bi xetekî ku her em jê fêm dikin me roja malavahiya xwe nivîsiye.

Eşq li welatê me pir caran şikestinê tîne, ne ku tenê ji ber çandeke paşketî, lê di nava erdnîgariyeke dorpêçkirî de bi agir eşq û evînî dibin çîrok û evîndar her şev fatîhê li ser dixwînin.

Lê bîranîna eşqa neviyên Mem û Zîn zaf bihêz û pîroztir e ji eşqa Mem û Zînê.

Eşqa Mem û Zîn tekane ye, lê eşqa keçên gerîlla û çîrokên wan jî zaf cuda ye. Diyên wan qet bi wê yekê nefikirîbûn ku keçên wan di temenê eşqê de, ji dêvla dirustkirina malê, dibin aşiqên azadiyê û mezintirîn şoreşa jinê li Rojhilata Navîn nîşanî cîhanê didin, bi cesaret li dijî şovenîzima Tirk, Ereb û Farsî xebatê dikin, ji hemuyan re dibên çeka me rûmeta me ye, dîroka jidayikbûna me ew roj e gava em bûn aşiqên azadiyê, ne ku ew roja ku li ser nasnameyên me hatiye nivîsîn, her serkeftinek jî jidayikbûneke nû ye bo me, eger çi ew jidayikbûn zaf bi êş e, lê xweşî û şanaziyek pêre ye ji me û diyên me re jî.

Çîroka eşqa wan enerjiyê dide mirovan, ne ku tenê bo xwe lê bo neteweyekê, ew neteweya ku hezaran evîndarên dî li ser vê riyê jidest dane. Ew bi azadî jidayik nebûn, lêbelê ji azadiyê re xebatê dikin û dildariyê jî ligel çek û çiya dikin, roja hilgirtina çekan roja jidayikbûna wan e, roja serhildan û berxwedanê ye, ew roj jî ku çekên wan ji wan li cih ma li wî cihê ku gulên nêrgizan tê çandin, her Newroz xelk dizanin wan nêrgizan çi çîrokeke keçên gerîlla dîtine. Çîroka keçên gerîlla, çîroka giring ya tomarkirina xebata serxwebûna vê erdnîgariya me ye, ew vêga û piştî çehîdbûna wan jî nêgrizên xweşik yên çiyayên Kurdistanê ne.

Rûdaw

About The Author