Vê caaarê raaaste loo vêêê carêê raaste!

Li ser bextê vîdyoyên ji Sûriyê tên û li ser zimanê peyamnêrên şoreşa Sûriyê be, dibêjin kerên Sûriyê êdî nema rêjîma Sûrî dipejirînin û pala xwe dane pala şoreşvan û serhildanvanan, li dijî Beşarê qirik dirêj têdikoşin û ew jî her roja înê bi kurtanên xwe dadikevin kolan û meydanan, dizirin û dibêjin: Bera rêjîm birûxe! Bera Beşar darvebe!

 

            Ez bi telaqên bê fitû kim, miletê Sûriyê bextewer e! Ma me şoreşa Tûnis û Misrê dît, me şoreşa Lîbyayê dît, lê tukesî kerek têde dît ku tev li refê şoreşê bibe, bizire û li dijî rêjîmên wan welatan bide zîtirk û lotikan? Ê law yê ku li dijî rêjîman, li dijî bêbavan rawestin, jixwe wê şehîdan jî bidin ha!

            Berî çend rojan, caş û leşkerên Sûrî, bi tank û topan û çekên sivik û giran, bîst kerên şoreşger dorpêçkirin. Lê mirov bextê xwe xirab neke, ew ker jî wek me, sivîl û bê çek bûn ha! Yabo dora wan girtin, rişmên wan bi hev ve girêdan, kurtanên wan ji ser pişta wan avêtin xwarê, ji bo ku gule baş di wan de herin. Ya siiiittar! Û ew dan ber guleyan! Tê bigota cenga Kûrya ye allahwekîl! Ewqas bi hiqd û kîn li wan qahremanan direşandin! Her bîst ker bûn şehîd! Xwestin bibin şehîd û ji Beşarê kurê dêlikê re nebin ebîd! Wey sed fatîhe li ser gorên we be rebbî! Û hezar nalet û tif jî li gora Hafiz Esed be!

            Mizgîniya min li kerên Sûriyê be, bera nebêjin ku ew bêxwedî ne û kes dengê wan nagihîne dinyayê!

            Ji bilî ku îro qahremanî û berxwedana wan li ser rûpelên internêtê, li hemî dinyayê belav bûye, Facebook, YouTube û qenala Al-Cazîra jî, her wêneyên wan derdixin û rûreşiya artêş û rêjîma Sûriyê bi dinyayê didin nasîn.

            Ji aliyekî din ve, tê gotin ku Kak Omer Kulol, Sekreterê Partiya Kerên Kurdistanê, bi hevkariya Partiya Kerên Misrê, wê gilî, derd, êş û azarên kerên Sûriyê bi lez û bez bighênin qada navdewletî û nameyê di destê Ban Kî Mon xin. Wek dibêjin: Vê caaarê raaaste loo vêêê carêê raaste! kuştin û şehîdkirina wan keran li serê kurê dêlikê bibe bela! Raste dilê biyaniyan bi xelkê Sûriyê ewqas naşewite, lê ku mesele bû mesela heywanan, êdî tukes qebûl nake.

            Hey min di wilo artêşê kiro, ku miletê xwe dikujin û kerên bêguneh didin ber guleyan!

            Hey min xirrên kerên Sûriyê, na welleh yên kerên hemi dinyayê di jin û xweh û diya qirik dirêjo kirî, law ez bergîlên Liciyan û meymûnên Efrîqyayê bera ser jin û diyên Ibrahîm Talib, Ahmed Hac Ali, Bassam Abdulla û Xalid Ebûd dim, ku xelk û kerên Sûriyê çekdar bin law.

  Bera xelk û kerên Sûriyê ewqas xeman nexwin.

 Roja hesab nêzîk bûye û wê benê darvekirinê di qirika gelek bêbavan keve.

Lê gelo qirik dirêjo wê bi çend benan bê darvekirin, ez nizanim!

 Kurdistan

About The Author