XURME

QESP

 PHOENÎX  DACTYLÎFERA

Qesp riwakek darane ji malbata palman e. Bejna wê 10-30 mitrowan tîrane bilind dibe û dişibe stûnan. Qurmê darê stûr,  ber bi gupikan zirav dibe. Li serê darê bermayên belgan yên kevin dorpêçaye û darek belgên xwe naweşîne. Belgên wê wek riman kesk,  150 – 250 cm an dirêj in. Belgên teniştan ji hev cuda rêzbûyî ne. Du cûreyên kulîlkên wê hene; yên nêr û yên mê. Yên mê zer in, di nava her kulîlkê de 6 lib  tozdankên doldayînê hene. Kulîlkên wê li ser dûxikek 50-150 cm an wek hû(gû)şîyan bi hevre ne (peyve ne). Ew kulîlk dibin fêqîyek bi goşt û gellek şêrîn, ji wê fêqîyê re  “qesp” (xurme) tê gotin. Di nava wê fêqîyê de dindik (sîsik) ek hişk wek keviran heye. Dar, belg û fêqîya wê bi pir awayan tê

xebitandin û fêqîyek derman, pîroz û xwedîker e. Her darek di navbera 70- 150 kg qespan hildiberîne. Li gor hedîsekê, Miryemayê Îsa Pêxember di bin dara qespê de anîye dinê. Herweha çend hedîsên din jî li ser hene. Bi Tirkî jêre dibêjin”hurma” û bi Almanî jî navê wê “datteln” e.

Welat û dîrok: Welatê qesp ê Mezopotamîya jêrîn, derdorên berdelîv (xelîç) a Besra ye.  Ji wir berê derbasî nîvgirava Erebistan, bakurê Afrîqa,  Hindistan, Pakistan û paşê jî derbasî welatên din û Emerîqa bûye. Dîroka wê baş nayê zanîn. Lê tiştê tê zanîn, berî zayînê (mîlad) bi 4000 salan çandinîya wê dihat kirin û wek xurêk, êm, derman û fêqî dihat xebitandin. Dara wê ji bo stûnan, sotemendî, belgên wê ji bo ben û qumaş, çiqên wê jî ji bo sel û kelekan dihat xebitandin û niha jî bi wî rengî tê bikaranîn. Welatê herî zêde lê çêdibin Iraq, Erebistan, Afrîqa bakur, Pakîstan û Hindistan e. Di hinek heremên Kurdistana başûr de jî çêdibin.

 Berhevkirin: Fêqîya qespê li gor hewcdarîyê dema hêjta kesk in ji bo xwarinan,  dema digehe jî bi çiqan ve tê berhevkirin, bi çiqê ve tê hişkkirin û xebitandin. Yên din jî ji bo fabrîqan tê şandin û di sanaîya dermanan de alkol, şekirok, şirûp, çoqolat, qeşaşîr (bestenî) û hwd. jê tên çêkirin.

 Têdahîyên qesp ê: Cûreyên karbonhîdratan, Protein, Şekir, Rûnên sabit, Potasyûm, Kalsîyûm, Fosfor, Hesin, Magnezyûm,  Gûd (kûkûrt) Klor,vîtamîn A, B1, B2, B6, C, ß (karoten) û hwd.

 Bikêrhatîyên qesp ê: 1- Mejî bi hêz dike, betilîna wî ji holê radike. 2- Zixtê (tansîyon) dadixe, kolestrolê sîqal (eyar) dike. 3- Stresê û kelecanê (heyecan) ê tavêje. 4- Mehandinê (hezmê) hêsan dike, qebizê hiltîne. 5- Beden bi hêz dike, enerjîyê dide û şîrê dayikan zêde dike. 6- Xwînê rohn dike, qefesa sing nerm dike, ji bo kuxik û hemi nexweşîyên ji sermagirtînê tên faydedar e û belxemê tavêje. 7- Hêza zayendî (cinsî/seksî) zêde dike, pêşîya penceşêhran digire. 8- Jana zirav (werem) ji holê radike, pêşîya helîyana (mehîyan) hestîyan digire. 9- Xwînê rohn dike û hişkbûnên jîy û rehan  hiltîne. 10 – Şekirê bedenê eyar dike. 11- Kevirên gurçik, mesane û sefrayê winda dike (dihelîne/pûç dike).  12- Kezebê dişo û ji bo giranbihîstin û kêmdîtinên ji kalbûnê tên, gellek bi kêrhatî ye û rîskên qirîzên dil ji holê hiltîne û hwd.

 

Gotinên bisporan di derbarê qesp (hurme) ê de:

 Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje : “ Zêde xwarina qespan bedenê ji penceşêhran diparêze. Qesp xurek gellek bi fayde ye, li hember bêxwînî, jana zirav (werem) û lewazîya hestîyan bedenê diparêze. Ji ber ku nirxê wê yê xida zêde bilind e; ji bo kesên ku ji alîyê westîyana beden û zêhn ve zehmetîyan dikêşin, ji bo yên ji ber nexweşîyan lewazbûyî zêde bi fayde ye. Heke bi behîvan re bê xwarin, bizrê mêranîyê û dîtinê (bînî) zêde dike û hişkbûna jîyan, rehan û kolestrolê ji holê radike.

Qesp yekemîn fêqîye ku nîsbeta şekirê bedenê sîqal (eyar/tekûz) dike. Qesp zeximbûna zaroyên di zikê dayîkê de pêk tîne. Heke demek dirêj spêdan (serê sibê) bi zikê birsî bê xwarin, wê belxemê bavêje û hişk bike. Lê kesên ku arêşeyên wan ê aşikê hebin, hewceye baş bicûn.”

Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje : “ Di klinîgên Unîversîteyan de lêkolînên giring li ser nehatine kirin. Lewre fêqîyek şîfadar yên di rêza duyem de cih digire. Lê di nava gel de tê gotin” heke bi şîr ve bê kelandin û vexwarin, qefesa sîngê nerm dike, kuxikê dibire, belxemê tavêje û li hember astim, bronşîtê tê xebitandin. Heta hinek dibêjin” ji bo jana zirav jî başe. Hinek dibêjin” heke dindika wê bê derxistin û bi sertû û behîvê bê dagirtin û di sarincokê de bê hiştin, wê bizrê mêranîyê zêde bike. Pêxemberê Îslamê dibêje” heçî kesê spêdê bi zikê birsî heft qespan bixwe, wê rojê sêhr û jahrî lê bandor (tesîr) nakin.”

 Mehmet Altan di pirtûka xwe ya bi navê” çolden gelen şifa hurma” (Şifaya ku ji çolê tê xurme)  de ,di derbarê qespê de weha dibêje : ” Fosfora di qesp ê de hewcedarîyên mejî ber bi hev ve tîne. Û ji bo westîyanê jî başe. Taybetîyek wê jî aramker e, vîtamîn B1 û B3, dermanê kuxikê yê herî başe, ji bo bronşît û belxem havêtinê jî gellek bikêrhatî ye. Xwînê paqij dike, rehên xwînê nerm dike, zixt (tansîyon) ê tekûz dike, ji kolestirolê re jî başe. Ji berku Ereb bi qahwê re qespan dixwin, li ba wan arêşeyên kolestrolê nînin (peyda nabin).”

 Qesp gurçikan dişo û çêtir xebitîna wan pêk tîne. Ji bo edavên gurçik û mesane jî gellek şifadar e. Qesp ji bo parçekirina kevirên gurçik û mesane jî şifadar e. Heke qesp bi fistiqan re bê xwarin, wê hem mêlak (kezeb /cergê reş) ê  paqij bike, hem jî kevirên nava gurçikê bihelîne (tune bike).  Pispor dibêjin: ” Qesp ji bo guhgiranbûn û kêmbînîyên ji kalbûnê tên  jî zehf bi kêrhatî ye. Di dema navhinav çûyînê (virikî/îshal) de û piştî nexweşîyan, ji bo bihêzkirina bedenê xwarina qespan gellek faydedar e. 

 Dr. Orhan Akdeniz dibêje: “ Di hemi xwarinên bedewîyan de qesp hene.  Ji pej (katik) ên wê yên taze û fêqîya wê ya kesk xwarin tên çêkirin, fêqîyên hişkkirî tên hêran û tev li dexlan kirin û nan jê tê çêkirin. Dindikên wê dibe êmê heywanan û li Pakistanê dindikên wê tên qemirandin û qahwe jê tê çêkirin û hwd.”

 

Bikaranîn: 1-Dolmikên qespan. 2- Qesperûn. 3- Şirûba qespan. 4- Mexcûna qespan. 5-Ava sîsikên qespan.

 1-Dolmikên qespan ji bo zêdekirina bizir: Dindikên qespan derînin, behîvan bihêrin û sertû an jî bi tûxavkê ve tevlihev bikin û bikin nava qespan. 4-10 seetan di sarincê de bihêlin û paşê serwîs bikin.

2- Qesperûn: Qespan hûr bikin, di nav nîvişk de biqemirînin û hêkan jî bişkênin ser û germe germ bixwin ( wek hejîrerûn û keysîrûn ê)

3- Şirûba qespan jibo tunekirina kevirên gurçikan: Ji bo her qedehek avê 7 qespan hûr bibikin û bila 3-4 seetan di avê de bimîne. Paşê danin ser êgir bila kelek bêtê, biparzinin û wê şirûbê rojê 2-3 caran 15 rojan li pey hev vexwin .

4- Mexcûna qespan ji bo paqijkirina kezebê û avêtina kevirên sefrayê: Fistiqên Entab ê û qespan bi hevre di sîrkutê de bikutin, rojê 3 caran li zikê birsî kevçîyek xwarinê jê bixwin.

5- Ava sîsikên qespan ji bo parçekirina keviran: Sîsikên qespan bikin nav ava şîrgerm bila bipeçivin (biwerimin),  paşê wê avê li zikê birsî rojê 3 caran qedehekê jê vexwin.

6-  Xwarin û vexwarin:  Ji qespan gelek cûreyên şêranî, kulîçe, qeşaşîr, kade, beqlawe, şorbeşîr (helebî) û hwd tên çêkirin. Herweha bi şîr bikelînin û vexwin.

About The Author