Ev çi şorbe ye cîgerim?

Birastî pirê caran mejîyê min disekine û ez ji van siyasetmedarên ”Kurdên çeqilmast” têm heta bi qirikê. Ev Kurdên çeqilmast – ku ne ruhê Kurdayetî bi wan re heye, ne siyasetek Kurdewarî dimeşînin û ne jî xwedîyê wê îradeya serbixwe ne- di serê kanîyê de dirîn û germik û nermik doza Kurdistanê têk dibin, di binê kayê re avê diherikînin ser kanîya dewleta Tirk.

Bi hezaran xort û keçên Kurd bi xewn û xeyala Kurdistanek serbixwe telef bûn, şehîd ketin û ji kîsî xwe çûn. Lê wan rebenan nizanîbûn û nizanin ku serok û rêberên wan wan di ber yekîtîya dewleta Tirk û Demokratîk Turkîye Cimhûrîyetî de dişînin mirinê. Aha ji we re nimûneya herî baş û vekirî.

Serokê BDP cîgerim Selahettîn Demîrtaş, di 12ê vê mehê de hevpeyvînek qerase daye rojnameya Tirkî ”Bîrgun” ê û xwelîya heft gundan li serê Kurdan kiriye.

Cîgerim Selo çi bêje başe hûn zanin?

Gotiye: Tercîha ku gelê Kurd xwe bispêre Îsraîlê yan jî hêzek navnetewî nîne. Hehe îro Îsraîl ji ber problemên xwe yên digel Tirkiyê sozan bide Kurdan, di sênîka zêrîn de îmkanan pêşkêş bike jî emê wê red bikin û bindestbûnê tercîh bikin. Li Tirkiyê li welatê xwe emê ligel brayên xwe [Tirkên dewşîrme] têkoşîna li dijî AKP-ê tercîh bikin. Azadiya ku Îsraîl pêşkêş bike ne azadî ye. Bila gelê Tirk û kedkarên Tirk ji vê emîn bin. Em ne tevgerek wisa ne ku têkiliyên xwe yên bratiyê ji bo berjewendiyên navnetewî bifiroşin. Heke em wilo bûna, heta îro wê 30 caran Kurdistan ava bibûya“ filan û jehr û ziqûm.

We fêhm kir ne?

Yanî, mêro ji bo bratîya Tirkan xwe nafroşe dewletên navnetewî, nahêle ku Kurdistan ava bibe û bratîya Tirkên dolheram bi Kurdistanek serbixwe nade.

Kuro Selo, Tirkan nîhaye kefenê 101 bavê me Kurdan, çima tu dibî kurtanê wan oxlim? Ma tasa zêrîn a Îsraîlê û dewletên navnetewî başe, yan bêhnkirina tirr û fisên Tirkan başe?

Ax Kurdooooooo, ax xwelîlisero ax!

Tu deng û raya xwe bide destebrakê Tirkan, bila ew li ser pişta te kaban bavêjin û tu jî bi xewn û xeyala Kurdistanek serbixwe tizbîya xwe bikşîne.

Şabaş ji destebrakê Tirkan re şabaş!

Şabaş ji Kurdên xelîliser re şabaş!

Enqere

About The Author