Yek li Kurdistanê diteqîne, yek li Tirkiyê

Di êrîşek PKK de li bajarê Sêrtê 4 keçên Kurd hatin kujtin û agir ket mala bavê wan. Heta niha di şerê 30 salî de nêzîkî 50 hezar Kurd hatine kujtin. Û Tirk? Hejmara wan 2-3 hezaran derbas nake. Ê bela ev 4 keçên Kurd jî zêdebûna ser kezebê bin bavo, waweylê! Ma 4 keçên Kurd hatine kujtin xema PKK yan AKP ye? Heçê çû ji kîsî xwe çû wî.

Û li Enqerê?

Li Enqerê jî TAK ê  tirrek qerase kir û bi teqandinekê 3-4 kesên sivîl kujtin.

Welle yabo xweş mesele ye..

Bela PKK li Sêrtê Kurdên sivîl bikuje û bela TAK-TÎK jî li Enqerê sivîlan bikuje. Çi lîztikek xweş ne gelî xwendevanan?

Hem ji damê û hem ji satrancê jî xweştire ellawekîl.

Bela serê malbata her çar keçên Kurd sax be û ahê wan ji kesî re nemîne rebbî….

Sêrt

About The Author