Bi hev ve dirûtin û kirin yek parçe

Heta niha me digot qey xaka Tirkiyê yek parçe ye. Lê derket holê ku ne wilo ye, Tirkiye parçekirî ye û wek quzê kerê çiryaye û diryaye.

Wek hûn zanin, Tirkiye li heft (7) herêman hatibû dabeşkirin. Marmara, Ege, Akdenîz (Derya Spî), Anadolûya Navîn, Karadenîz (Derya Reş), Dogû Anadolû (Anadolû ya Rojhilat-Kurdistan) û Anadolû ya Başûrê Rojhilat-Kurdistan).

Werhasil, Wezareta Perwerdeyê biryar da ku di pirtûkên dibistanan de êdî xaka Tirkiyê ne wek 7 herêman, lê yekparçe nîşan bidin. Çima? Ji bo ku serê xwendevanan nebe wek şorba nîskê û pelûla germ. Çima? Ji bo ku xwedênegiravî ferqîyetê nexin navbera her 7 herêman û bratîya xelkên Tirkiyê di serê zarokên dibistanan de bimeyînin.
Lê balkêş e, dibêjin hin bajar hebûn ku di nav 4 herêman da diman!
We dît? Dîsa azadî û serxwebûn ji destê Kurdan reviya kuro!

Heta niha baş yan xirab Dogû Anadolû (Anadolû ya Rojhilat-Kurdistan) û Anadolû ya Başûrê Rojhilat-Kurdistan) wek Kurd û Kurdistan di serê xelkê de meyabû. Lê dolheramên dewşîrme dixwazin herêman rakin ji bo ku kes behsa Dogû Anadolû (Anadolû ya Rojhilat-Kurdistan) û Anadolû ya Başûrê Rojhilat-Kurdistan)ê nekin.

 

About The Author