Eyşoka me lotikek pîroz avêt

Şaredara bajarê Nisêbînê û xanima germik û nermik Ayşe Gokhan, li bajarê Ruhayê beşdarî civîna şaredarîyan bû û lotikek pîroz avêt derûdorê.

Di civînê de 300 sermezinên Kurd û Tirk beşdar bûn û Eyşoka me bi Kurdî û Tirkî silav da wan sermezinên beşdar. Ayşe xanim di axavtina xwe de kêfxweşîya xwe anç zimên ku ev civîn li „Kurdistanê“ çêbûye.

Êêêêêêê, ma navê „Kurdistanê“ binê hinekan şil û pil nake? Dike canim, hem jî wek ku qeraseyek têkeve wan şil dike.

Piştî ku Ayşe Gokhan behsa navê „Kurdistanê“ dike, hinek qûnek li xwe nexweş tînin û Eyşoka me şermezar dikin. Eyşoka me jî bêyî ku guh bide wan xiyaran salonê terk dike û bi dilekî rehet vedigere mala xwe.

Ez serê we neêşînim û heke bêşe jî ji xirrê Ruhayîyan ve, xaltîka me Ayşe Gokhan piştre bi civînek çapemenîyê tilîyek din avêt bin dûvê wan kesên ku ji navê Kurdistanê aciz in û got:“Bela ew xiyar li dîrok û belgeyên Selçûkî û Osmanîyan binerin, navê xaka ku Kurd lê dijîn Kurdistan e. Bela ew ker û bergîlên ku dibêjin Kurdistan tuneye, li makzagona sala 1921ê binerin“ û qeraseyek xist qûna wank er û bergîlan.

Werhasilî kelam,  xaltîka me Ayşe Gokhan, mezina bajarê Nisêbînê, gula civatê, lotikek pîroz avêt û navê Kurdistanê di dil û nejîyê ker û bergîlên Tirk û hinek Kurdên çeqilmast de çand wesselam…

Mêrdîn

About The Author