Umît Firat naxwaze Ocalan li Îmralîyê bimre

Lotikvan û rewşenbîrê Kurd Umît Firat, hevpeyvînek qerase bi malpera t24 re kiriye û tirr ji meselê berdaye. (http://www.t24.com.tr/umit-firat-apo-herkesin-onunde-olmel/haber/91618.aspx)

Hevpeyvîn tev li ser PKK, Ocalan û dewletê ye. Umît Firat wek hespê rewan pê de çûye û wek liba tizbîyê ta bi derzîyê vekiriye.

Hevpeyvîn dûdirêj e û nikarim tevî ji we re binivîsim. Lê gotinên wî yên herî dawîn bala min kişand û şerê hêk û bacanan anî bîra min.

Umît Firat, di gotinên dawîn de dibêje: „Dewlet bi zanebûn Ocalan li Îmralîyê digre, bi zanebûn wî azad nake û nahêle ku Ocalan dakeve qada siyaseta sivîl.  Çima nahêle? Ji ber ku gava Ocalan li Îmralîyê bimre (ewê jî rojekê wek me bimre) wê wek Atatirk bibe qehreman û efsane. Lê ku bê berdan û dakeve qada siyaseta sivîl, wê xelk karibin wî rexne bikin, wê hesab jê bixwazin,wê  hêk û bacanan jî bavêjin wî û wê wek her kesî ew jî bibe mirovek ji rêzê. Ji ber vê; divê Ocalan ne li Îmralîyê, lê wek me li derve bimre“ filan û fîstan.

Birastî ez carna meraq dikim.

Gelo rojek ji rojan başqanê me Ocalan bê berdan û Kurd di qada siyaseta sivîl de hêk û bacana bavêjin wî, wê çi qiyamet rabe?

Gelo hûn bawer in wê rojekê hinek gunikreş ü babaegîd derkevin û bi hêk û bacanan êrîşî başqanê me bikin?

Ez bi xwe ne bawer im…

Stenbol

About The Author