Kurdistana azad mafê Kurda ye kezebno!

Gerîlayê Lazan , derhêner birêz Mistefa Tîrênzêrîn (Altinoklar) Kurdistana azad da Kurdan û li wan pîroz kir. Derhêner Mistefa Altinoklar, çend roj berê tev li berhemek TV yê bû .Tîrên xwe yên zêrîn çaqurkî avêt û li nava dilê Kurdan xist.

Berhema “  Nerînên Dijmend “ ya ku li ser TV ya HaberTurk tê weşandin, çend roj berê derhêner Tîrênzêrîn vexwendibû. Mistefa yê me  kir ku Kurd fedî bikin. Bila Kurdên me bera dû tiştên beradayî bidin, mirovên mîna Mistefa Altinoklar jî azadiya Kurdistanek serbixwe ji Kurdan re bixwaze. Ma ev jî ne ecêba roja qiyametê ye?

Mistefa yê me berê tîrên xwe bi jor ve kir û  got „çaaaqûrim“ û tîrên wî li Kurdistanê belav bûn.

Bi şerefkim yek ji wan tîran li nava dilê min ket. Mistefa yê me wiha berdewam kir:  “ Birayên ezîz, ku ez Kurd bûma min ê  ji bo Kurdistanek azad şer bikira.Kurdistanek serbixwe mafê Kurdan e. Mistefa Kemal xweserî dabû Kurdan, nijadperestên ku piştî Ataturk hatin xweserî ji destên Kurdan derxistin. Heke ku xweserî ji destên Kurdan derneketa, aniha emê wek Kurdistan û Tirkiye brayên hev bijiyana. Vaye ez ji we re dibêjim kezebên min , wê demek bê , em Tirk emê rahijin şal û şepikên xwe û emê ji Kurdistanê vekişin.”

Belê gelî hevalên hêja , mirovek  xeyrî Kurd , derdikeve TV yan û ji Kurdan re azadiyek serbixwe dixwaze. Û siyasetmedarên me jî hîn dibêjin:  „ De lo, em herin parlamentoyê yan em neçin, em têkevin partiya banê yan em nekevinê, em Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin yan na?“ û xwelîya heft gundan li serê xwe û me dikin.

 Haho haho…!

 Qoser 

About The Author