Mahmûdê me serê Kasimpaşalî şikand

 Endamê Encumena Nûnerên Iraqa Federal mamê me Mahmûd Osman, lotikek bêîman li AKP û serokê wê Erdogan xist û çewalek xist serê wî.

Mamê me Osman da bin dûvê Erdogan û siyaseta wî û got: „Sîyaseta hikûmeta Tirkiyê sîyasetek durû ye, gotin û kirinên serokê hikûmetê wek reş û spî dûrî hev û ji hev cuda ne“ û pê de çû.

Mahmûdê me şerwalê  Erdogan li serê wî pêça û ji PNA re gotiye: „Bi şeş telaqên jinberdanê, kiryar û gotinên Erdogan ji vir û heta ba xwedê ji hev cuda ne. Kiryarên wî şerxwazî ye, ne tenê şerê PKK lê şerê me jî dike, gundên me topbaran dike. Ew û Îran destebrakên hev in, bi hevre lotik û zîtirkan davêjin Kurdan.  Her çiqasî Erdogan, Îran û Beşar Esed ne li hev bên xuyakirin jî, li dijî Kurdan hevkarîyê dikin û lîztikên dewleta Elî Osman li serê xelkê digerînin“ û da bin dûvê wî.

Mahmûd Osman, dîsa bi şeş telaqên bê fitû sûnd dixwe ku di êrîşên ser Qendîlê de 4 PKK î jî nehatine kujtin û tu pêwendîya êrîşên dewletê û PKK bi hev ve tuneye.

Osmanê me di dawîya axavtina xwe de behsa sextekarîya Erdogan û hikûmeta wî kiriye û gotiye: ”Misilmantî ha! Oxlim dibêje em tev misilman in û Kurd brayên min in. Madem Kurd brayên te ne, çima tu mafê brayên xwe nadî wan ewladim? Zêdetirî 20 sala ye hûn heman derewan ji Kurdan re dikin û bi navê misilmantî û bratîyê wan dixapînin, ma ne bes e kurê min? Heke hûn derewan nakin, mafê Kurdan bidin wan, di makzagonê de wan qebûl bikin û maddeya 66 ji makzagonê rakin. Lê nakin, ew dixwazin Kurdan bi Kurdan bidin kujtin” filan û bêvan.

Werhasilî kelam, mamê me Mahmûd Osman lotikek Kurdewarî li Kasimpaşalî Receb xist û tirr jê berda wesselam. Aqûbet li siyasetmedarên din be rebbî….

Hewlêr

About The Author