September2011

  • Qiyamet jî rabe ne xema wan e

    Xort û keçên hîppî her sal bi navê “Empty Hîlls (Pustye Kholmy) festîvala huner û muzîkê li dar dixin û têra xwe tirr û fisan dikin, dilê xwe rehet dikin. Îsal jî hîppîyan miradê xwe kirin û li Rûsya herêma Kalûga û Smolensk ê, têra xwe lotik û zîtirk...
  • Berî mirinekê dîsa fîşek da ber keleşê

    Lotikvanê Ruhayî, îsothez û evîndarê lehmecûn û ecînê Îbrahîm Tatlises, bi dostika xwe ya 30 salî Ayşegul Yildiz  re zewicî û bi miradê xwe şad bû. Wey li ser xêrê be û xwedê wan bi hev re pîr û kal bike rebbî. Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin Îbrahîm...
  • Lotikxana Kurdan

    Ez nizanim çawan bêjim, willeh em Kurd gelek ecêb in, tu tiştên me wek  yên xelkê nînin. Rojekê em Kurdên her çar perçan lê bi piranî Kurdên rojhilat,  li pêşberî UN (Neteweyên Yekbûyî) li bajarê Genevê (Swisrê) li hev hatin û li dijî binpêkirina mafê Kurdan, kuştin û zilm,...
  • Umît Firat naxwaze Ocalan li Îmralîyê bimre

    Lotikvan û rewşenbîrê Kurd Umît Firat, hevpeyvînek qerase bi malpera t24 re kiriye û tirr ji meselê berdaye. (http://www.t24.com.tr/umit-firat-apo-herkesin-onunde-olmel/haber/91618.aspx) Hevpeyvîn tev li ser PKK, Ocalan û dewletê ye. Umît Firat wek hespê rewan pê de çûye û wek liba tizbîyê ta bi derzîyê vekiriye. Hevpeyvîn dûdirêj e û nikarim...
  • „Sosyal ajantî“ temam, ma „asosyal ajantî“

    Wek hûn zanin yan dixwînin, A.Ocalan û Mûrat Karayilan gellek caran ji xalê me Şukru Gulmuş re gotine „ajanê Almanya ye“ û ew dane ber lotik û şeg û pegan. Xuyaye vê dawîyê Mûrat Karayilan di hevpeyvînek xwe ya di ANF de dîsa jê re gotiye „Şukrî? Kuro wî...
  • Kampanya karikê

    Wê rojê pismamê min hecî Hisên, di Fisbokê de got: „Ma tu dixwazi ez mesela Şemo ji te re bêjim?“ Min go de bêje pismam. Û dest pê kir… -Xalê me Şemoyê mitirb (li Nisêbînê ye, bi xwe hunermend e, li kemançê, zirnê û daholê jî dixe) karikekê (çêlîka...
  • <iframe width=“370″ height=“3270″ src=“http://www.youtube.com/embed/2RIE9Ab72_k“ frameborder=“0″ allowfullscreen></iframe>...
  • Eyşoka me lotikek pîroz avêt

    Şaredara bajarê Nisêbînê û xanima germik û nermik Ayşe Gokhan, li bajarê Ruhayê beşdarî civîna şaredarîyan bû û lotikek pîroz avêt derûdorê. Di civînê de 300 sermezinên Kurd û Tirk beşdar bûn û Eyşoka me bi Kurdî û Tirkî silav da wan sermezinên beşdar. Ayşe xanim di axavtina xwe...