BDP çima vegeriya Meclîsa Tirkiyê?

Dema ku tu nikaribî li Amedê bi rengekî meşrû „Parlamentoya Kurdistanê“ ava bikî…

Dema ku tu nikaribî li Amedê berê hemû kurdan bidî dû rojeva siyaseta xwe…

Dema ku tu nikaribî boykoteke wekî ya „Dibistanên Tirkî“ jî organîze bikî…

Dema ku tu nikaribî partiyên tirk yên li Kurdistanê wekî konsolosxaneyeke tirk bihêlî…

Dema ku tu nikaribî ji „bombeyên kor“ yên TAKê re tiştekî cîdî bibêjî…

Dema ku tu hemû xêr û gunehê şerê Bakûr bavêjî ser stûyê Dewleta Tirk û PKKê…

Dema ku tu tenê „girtina dikanan“ wekî siyasetekê bihesibînî…

Dema ku tu bivê-nevê bidî dû rojeva AKPê; dema ku tu bivê-nevê bixwazî li ser têkçûna AKPê siyasetê bikî; dema ku tu ji Polîsên Dewleta Tirk re bêjî „Polîsên AKPê“…

Dema ku tu bi awayeke tirsonekî li şûna „Xweseriya Kurdistanê“ bêjî „Xweseriya Demokratîk“…

Dema ku tu ji zimanê medyayê fêm nekî û ne xwedî medyayeke xurt û çalak bî…

Dema ku tu hê jî fêm nekî dîmenekî wekî ya „Bengî Yildiz“ ya li Bodrûmê ji bo civaka normal tê çi wateyê… (Helbet MÎT wê ji aliyekê ve bi PKKê re hevdîtinan bike, wê ji aliyê din ve jî li Bodrûm û Enqereyê dîmenên BDPê bikişîne, ji xwe ev karê wan e heyran, çima em ji van tiştên zarokane fêm nakin!)

Dema ku tu hê jî nizanibî „facebook“ û „twîtter“ çawa bi kêrî ‚şoreşên civakan“ tên…

Dema ku tu li Amedê bi qasî neynoka nivîskarên tirk qîmetê nedî nivîskar û rojnamegerên kurd…

Dema ku tu hê jî berê siyaseta xwe nedî ser ziman û çanda kurdî…

Dema ku di meş û mîtîngên te de alaya Kurdistanê li ba nekeve…

Dema ku di nav sazî û dezgehên te de bêserûberî û bûrokrasiyeke wekî ya berî 100 salan hebe…

Dema ku tu hê jî hêviya xwe ji Enqereyê bînî…

…helbet tu yê vegerî Meclîsa Tirk.

 (Nûkurd)

About The Author