Xalê me Bûrkay ne diçe meclîsê û ne jî sûndê dixwe

Birastî ez hîna jî fêhm nakim bê ji bo çi Kurdên me diçin meclîsa Tirko, wê sûnda nîjadperest dixwin û hefsarê wan dixin stuyê xwe. Yan neçin meclîsê û wek babaegîdan li mala xwe rûnên,  yan jî heke hûn çûn jî devê xwe bidrûn û ayetên “yuce Virq milletî” û “înqîlabên Atavirqo” nexwînin.  Binerin, meselen xalê me Kemal Bûrkay ne diçe meclîsê û ne jî wê sûnda nîjadperest dixwîne.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Stenbol û Enqerê be, dibêjin xalê me Kemal Bûrkay beşdarî bernameyek A Haber bûye û çend lotikên Kurdewarî avêtine. Xalê me Bûrkay gotiye ku “divê ew sûnda nîjadperest bê rakirin û di şûna wê de sûndek germik û nermik bê danîn” û pê de çûye.

Xalê me Bûrkay, bi sê telaqên bê fitû sûnd xwariye ku “ew kesekî xwedî prensîp e, ew naçe meclîsek ku sûnda nîjadperest bi meriv bide xwarin û ger ew biçe meclîsek weha jî ewê qet wê sûndê nexwe” filan û xeftan.

Ez serê we neêşînim, xalê me Bûrkay birastî jî xwedî prensîp e. Ciwamêr ji 1974an û heta îro jî ji prensîpên xwe daneketiye xwarê û di 1974an de çi diparazt, îro jî heman lotikan diparêze. Wek hinekan sibê, nîvro û êvarî prensîpên xwe naguhere, wek wan ji kerê nakeve û tawîzan li ser tawîzan nade Tirkoleran.

Lê xalê me tiştekî ji bîr dike.

Yaw ma dezgehên sererd û binerd prensîp bi Kurdan re hiştin xalo? Ma ew nekirin çeqilmast, ma ew nekirin şorba nîskê, ma ew nekirin keçelok û pelûla virikî, ma çi kirin û çi nekirin, ma çi anîn serê Kurdan û çi neanîn?

Werhasilî kelam, ez bawerim di nav Kurdan de tenê du xet û dezgeh xwedî prensîp mane. Yek jê xet û dezgeha xalê me Bûrkay e, ya din jî xet û dezgeha Lotikxanê ye ellawekîl.

Ma ji van herdu dezgehan pêve kî qirûşekî bi prensîpan dide babam?

Wey merheba prensîp!

Swêd

About The Author