Binerin bê oxlim dixwest çawa pirsgirêka Kurd çareser bike

Heta niha xelkê pesnê Tûrgût Ozal dida û digot ku “wî federasyon qebûl kiribû û dixwest mesela Kurd çareser bike” filan û fîstan. Lê derket holê ku em tev hatine xapandin û oxlim tenê dixwest Kurdan asîmîle bike, pirsa Kurd bi asîmîlekirinê çareser bike.

Alîkarê Serokê CÎA yê Graham Fuller, pirtûkek bi navê “Li Tirkiyê Pirsgirêka Kurd” weşand û lotikek avêt. Di pirtûka xwe de behsa bîranînên xwe û Serokkomar Tûrgût Ozal dike, dibêje û dibilîne.

Graham Fuller, di pirtûka xwe de dibêje ku berî mirina Ozal (1993) bi mehekê, wî ji Ozal pirsîye ka ewê pirsgirêka Kurd çawa çareser bike. Ozal bawerîya xwe bi vê anîye ku “bi mezinbûna ekonomîyê wê pirsgirêka Kurd çareser bibe û ev jî bi koçberîya wan a bajarên Tirkiyê ve mimkin e.”

Graham Fuller, bi şeş telaqan sûnd dixwe û dibêje: “Ozal digot ku sermayedar naxwazin sermaya xwe bikşînin rojhilat (Kurdistanê), ev karekî xeter e. Lê li rojavayê Tirkiyê ciyên xweştir û rehettir hene. Divê em wilo bikin ku Kurd dev ji welatê xwe berdin û li rojavayê Tirkiyê bi cîh bibin. Bi vî awayî wê hem rewşa wan xweştir bibe, hem jî wê pirsgirêka Kurd çareser bibe” filan û quzê kerê.

 Wek tê zanîn, rêxistina Îttîhat Terakkî jî heman siyaset meşand û bi hezaran malbat û malmezinên Kurdistanê koçberî bajarên Tirkiyê kirin. Ev siyaset di dema avakirina komarê û heta niha jî tê meşandin. Bi vê siyasetê bi milyonan Kurd asîmîle bûn, zarokên wan bûn Tirk û qewmîyeta xwe ji bîr kirin wesselam…

Ez serê we neêşînim, xuyaye Tûrgût Ozal ê ku qaşo me digot bi eslê xwe Kurd e û kesekî germik û nermik e, xwestiye heman siyaseta Îttîhat Terakkî bidomîne û bi asîmîlekirina Kurdan dawî li hebûna Kurdan bîne û meselê safî bike.

Wey rehma xwedê ne lê be rebbî…

Amerîka

About The Author