Tezkere temam, ma dagîrkirin

Tezkera ku “artêşa Tirk karibe sînor derbas bike û di nav xaka başûrê Kurdistanê de çalakîyên leşkerî bike” di meclîsê de hat qebûlkirin. BDP û 2-3 parlamenterên CHP ne tê de, tezkere bi piranîya dengdên AKP, CHP û MHP ket jiyanê. Êdî artêşa Tirk kengî bixwaze kare têkeve xaka başûrê Kurdistanê û bi bahaneya PKK başûr dagîr bike, tê de bimîne û hew derkeve.

Dagîrkirina başûrê Kurdistanê xewn û xeyala piranîya Tirka ye. Ji çepên wan bigrin heta bi îslamîstên wan, ji nîjadperestên wan bigrin heta bi piranîya sosyalîst û kominîstên wan, bi heman kîndarî û armancê dixwazin ku başûrê Kurdistanê bê dagîrkirin û Kurd nebin dewletek serbixwe. Çi hikmet be di demên buhurî de hinek serok û rêberên partîyên Kurd jî heman helwest digirtin, dijminatîya başûr dikirin û îro jî dikin. Ew kesên ku qaşo li ser navê Kurdan rêberîya şoreşa bakur dikin, bi dehan car di gotin û nivîsên xwe de başûrê Kurdistanê wek “Îsraîla duyem” bi nav dikirin, serxwebûna başûr ji dewleta Tirk re xeterek mezin didîtin û aqil didan rêveberên dewleta Tirko. Ev helwest kêm zêde îro jî di dilê û mejiyê hinekan de cîh girtiye û serxwebûna başûrê Kurdistanê ji destebrakên xwe yên Tirk re wek xeterek mezin û xincerek soranî” dibînin. Heke ji wan bê ewê ji dewleta Tirk zûtir başûr û destketinên wê têk bibin û ji holê rakin.

Ev ne cara yekê ye ku meclîsa Tirkiyê destûra derbaskirina sînor dide artêşa Tirk. Di her carê de jî PKK û Qendîl mahne û bahaneyên yekemîn in. Lê balkêş e; çi dema ku navbera Kurdên başûr û hikûmeta Bexdayê nexweş dibe û Kurd behsa serxwebûnê dikin, PKK û Qendîl derdikeve pêş û dewleta Tirk amadekarîyên ketina başûr dikin. Van heyaman dîsa navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Malikî ji bo maddeya 140 û mesela Kerkûkê aloz bû, hinek rêveberên Kurd behsa serxwebûnê kirin û hikûmeta Erdogan jî yekser “tezkere” anî meclîsê. Ev lihevrasthatin ne bilasebeb in.

Helbet her Kurd di dîtin û helwesta xwe de azad e, divê meriv rêzê ji dîtina hev re bigre. Lê gava bi giştî em xewn û xeyala Kurdistana mezin û berjewendîyên netewî bînin ber çavên xwe, ez hinekî cuda difikirim. Ji ber ez Kurdek netewperest im, ji bo min dagîrkirina başûrê Kurdistanê (ne tenê Qendîl, bi giştî dibêjim), yekîtî û yekparîya du parçeyên Kurdistanê, yekîtîya Kurdên bakur û başûr ji parçebûnê çêtir û bixêrtir e. Li şûna ku em wek du milletên cuda (her çiqas em yek millet bin jî) bijîn û çi di warê ziman û çi di hinek warên din de ji hev dûr bikevin, bela em yek millet û yek ziman bin, xwedîyê yek xakê bin. Gelo wê federasyona bi Tirkan re ji federasyona bi Ereban re ne baştir û selamettir be? Kes li vê difikire gelo? Ne tenê başûr, gelo dagîrkirina başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê û yekîtîya her çar parçeyên Kurdistanê dikeve bîra kesekî? Ma xewn û xeyala piranîya ji me ne Kurdistanek yekgirtî û azad e? Belê. Madem em Kurdistanek mezin û yekgirtî dixwazin, gelo dewleta Tirk başûr, rojhilat û rojava jî dagîr bikin û me ji sê dijminan rizgar bikin, me bikin yek û bi xêra dê û bavên xwe me nêzîktirî hev bikin ne bixêrtir e? Yan em ji hev parçebûyî bin çêtir e? Ez di şûna Kurdên başûr de bûma û heke birastî min yekîtîya Kurd û Kurdistanê bixwesta, minê doza “federasyona Kurd û Tirkan” li hikûmeta Erdogan û dewleta Tirk bikira. Çawa be Tirkiye nêzîkî Ewrûpayê ye, kêm be jî ji Erebên qûnreş medenîtir û germiktir in.

Niha hûnê bêjin “de here loooooo, bi sê telaqan tu xeyalperest î canim” ez zanim. Ez jî zanim ez xeyalan dikim, lê xeyalên xweş dikim. Xeyalên Kurdistana mezin û yekîtîya milletê Kurd û zimanê Kurdî dikim. Bela bi dijminekî be û ne bi çar dijminan. Bela bi parçeyekî be û ne bi çar parçeyan. Bela bi zimanekî be û ne bi du-sê zimanan. Ma ka ji vê xweştir xeyal babam? Carna xeyalperestî jî xweş e ha, qe nebe meriv di xeyalên xwe de digihê armanca xwe, dilê xwe pê şad û rehet dike.

Ez serê we neêşînim, em dev ji xeyalperestîyê berdin (her çiqas xeyalên xweş bin jî), destûra tezkerê ji meclîsa Tirko derket û rê ji dagîrkirina başûr re vebû. Lê ne ew dagîrkirina ku ez xeyala wê dikim ha, na. Ev dagîrkirina demkî ye. Belkî Tirk wek Kibrisê çend herêmên başûr dagîr bikin û jê dernekevin (herçî heta PKK li wir hebe belkî hewceyî bi wan nemîne), lê bi temametî nakin. Ez jî zanim û hûn jî zanin ku ne Tirk dixwazin bi Kurdên başûr re federasyonê ava bikin û ne jî Kurdên başûr dixwazin terka Ereban bikin û bi Tirkan re federasyonê ava bikin. Hem Tirk naxwazin Kurd û Kurdistan bibe yek, hem jî Kurdekanim naxwazin têkevin bin hikim û bandora Kurmancên bakur. Ji ber vê; em hevdu nexapînin û serê hevdu neêşînin.

Di dawîya vê lotikê de binerin û bifikirin bê serokê MHP Devlet Bahçelî û serokê PKK başqan Ocalan çi dibêjin û çi digotin.

Serokê nîjadperestên Tirkiyê sayin keçel Devlet Bahçelî ji Erdogan re dibêje: “Heke birastî tu zilam î, mêr û mêrxas î, here Qendîlê dagîr bike û ala Tirkiyê heta hetayê têde biçikîne”. Ango “têkeve başûr û jê dernekeve”.

Û başqan Ocalan çi digot?

Di gellek nivîs û hevpeyvînên xwe de (dema hat girtin jî di îfadeyên xwe de gotibû) digot: “Li wir dewletek Kurdî tê damezirandin, ewê bibe Îsraîla duyem û di pêşerojê de kesek nikare wê asteng bike. Amerîka dixwaze Barzanî û Talabanî bike dewlet. Talabanî û Barzanî maşik in. Ev ji bo Tirkiyê xeterek mezin e. Ji bo em lîztikên wan têk bibin, ez amade me xizmetê bikim, ez karim rêxistinê li gora ku hûn dixwazin bişînim ser wan” û gellek tiştên din. (Li nivîs û îfadeyên başqan Ocalan binerin û bixwînin).

Li vir gotinên Devlet Bahçelî û başqan Ocalan hevdu temam dikin. Temamkirin çiye? Dagîrkirina başûr û têkbirina Barzanî, Talabanî û hikûmeta Kurdistanê ye.

Min bi xwe ji tezkera Tirkan û daxuyanîyên serokê serokan ev fêhm kir.

Gelo we çi fêhm kiriye?

About The Author