MA TU JI BO ÇI DIGİRÎ?

 Wek her carê, vê carê jî TÎT û TAK li hevdu diqelibin,digindirin û dikin TAK-TİK. Dîsa agir dikeve dil û kezeba dayikan û dayik li junîyên xwe dixin û porê serê xwe diruçikînîn, dikin hawar û qêrîn…
Dîsa wek her carê, vê carê jî tiştek qewimîye, zarokek ber bi mal ve bazdide da ku dayika xwe agahdar bike..

Ew bûyera ku qewimîye zarok ji dayika xwe re dibêje û herdu bi lez û bez ji mal derdikevin û dadikevin nav kolanan. Ji ber ku lawik  virde wêde  dimeşe, dayik çend şeqaman li kurê xwe dide û dibêje:
-Teralê heram de zu bimeşe, negirî, huş be lawo! 
Lawik bi hêrsketî û çavên gîrî:
-Yadê tu him li min didî û hin jî dibêjî huş be, ma ev jî dibe?
Piştî kefteleftê diçin mizgeftê û di nav civatê de cîh digirin. Leşker-polîs û gelek jin û mêr dikin hawar û digirîn, carcaran jî bi yek awazî dibêjin
„şehîtler ölmez, vatan bölünmez“ – şehît namirin, welat perçe nabe..
Ew dayik ji nêzîk  meytekî dibe, porê serê xwe dirûçikîne û digirî, bi Kurdî dilorîne.

Yên hazir li wê derê ecêb dimînin. Serokleşkerek li gel meleyekî diçe balê û ji wê pirs dike:
-Xwîşka delal, ma tu ji bo çi digirî, tu wî şehîdê  han nas dikî?
-Na xêr. Dema ku kurê min bi lez ber bi mal ve hat û ez agahdar kirim, min got hey wax me disa şehîdek heye.
-Belê, wa ye çar şehîdên me hene, ma tu jî ji bo wan digirî?
-Na  xêr! Wisa bi çar –pênc,  ango bi dehan dawî li we nayê, loma digirîm

 

About The Author