Zêdebûna ser kezebê

De werin û kirasê xwe neçirînin, de werin û xwe „harakîrî“ nekin û xwelîya heft gundan bi serê xwe danekin!

Xanima şût û rût, lotikvana germik û nermik Mijden Salih, evîndara Tirkekan û zimanê Tirkî derket û tew zêdebûna ser kezebê, xanimê jî wek hinek xwelîserên me dibêje Kurd û Tirk bra ne.

Mijden Salih a ku xwe ji bo mirovatîyê „şût û rût“ kiribû û xwe berdabû çolê, vê carê gotiye ku ewê di klîpa xwe ya duyem de xwe tazî û mazî neke. Ji ber ku xwedênegiravî klîpa wê ya duyem li ser bratîya Kurd û Tirkan e (wey ne li ser xêrê be rebbî), wê xanimê girtî be.

Mijdena me berî demekê ji çapemenîyê re gotiye ku „bratîya Kurd û Tirkan bi dengê sîlehan çênabe, bi muzîkê çêdibe“ û klîpa xwe ya duyem wek diyarî pêşkêşî bratîya cewrikên Asenayê û cewrên Kawa kiriye.

Keçê hey porkurê, kezîkurê, cewrikên dêlika Asenayê û cewrên KAWA çawa karin bibin brayên hev ha? Erê wî, te bratîya Kurd û Ereban kir tiiiiiiirr ma dora bratîya Kurd û Tirkan ne!

Xanima me dîsa gotiye ku „Gava Îbrahîm Acises brîndar kirin, ez bi rojan girîyame. Ez ji Tirkiyê û ji zimanê Tirkî pir hez dikim“ û dilê Tirkan xweş kiriye.

Ê helbet canim, ma kîjan başûrekanim ji Tirkiyê û zimanê Tirkî hez nake? Hema bela tu jî zêdebûna ser kezebê be û xelas, tevdîr!

Ez serê we neêşînim, evîn û evîndarîya Tirkan bi hinek Kurdan pir şîrîn e. Ez nizanim ne hêka wan xirabe ye, ne jî heyvanê wan ne tu heyvan e.

Hollanda

About The Author