Bedel, bê bedel tiştek bi ser nakeve. Bê qurban Kurd nagihên armancên xwe. Bav û kalên me gotine „Berxê nêr ji bo kêr“. Siyasetmedarê Kurd Mişel Temo ew berxê nêr e. Xebat û tekoşîna wî dijminên Kurd tirsandin. Encama wê tirsê bû şehîdkirina Mişel Temo.
Dijminên Kurd Mişel Temo şehîd kirin. Rejîma Esed û nokerên wan bawerin ku wê bi kujtina siyasetmedarên Kurd doza milletê Kurd bê fetisandin. Lê nizanin ku her dilopek xwîna Kurdan ji wan re dibe gola xwînê û ewê rojekê di wê golê de bixeniqin.
Bela rehma xwedê lê be, ciyê wî bihuşta rengîn be.
Zêdetir
Şahê Îranê lotikek avêt û bang li Îranîyan kir
Îranê tir ji Îsraîlê berda
Sûdanî lotikek avêt û pesnê Amerîkayê da