ŞEHÎDÊ AZADÎYÊ Mîşel Temo

Ji Qamişlo dîsa hate der

Wek her dem wek her car

Alavek agir alavek miştî kul

Bi xwîna sor bê avdan gul

Bi xwîna sor qad namîne şil

Ava bibe rûpelek nuh

Ew alav navemire dibe brûsk

Di çavên dijminê rêjîma xwînxwar de

Di çavên hemi neyar de

Alavek vêketî dimîne di dil de

Di dilê her Kurdekî evîndarê welat

Her xortekî bi soz û hêvî

Bila bikujin û bidin ber hev

Roj namîne wek hev

Bila kaniyên xwînê biherikin

Çem û çiya ji hev cuda bibin

Riyên sipî sor bibin

Taca qad û azman hişyar bibe

Tîrêja rojê dijwar bibe

Disincire agirê jiyanek nûjen

Diaxivin xewnên raketî

Ew xewnên miştî ahîn

Dûrbûm ji ew rengên zelal

Ew evîna ser pêlên derya

Bila di şikeftên tarî de bijîn

Bi ken û bê ken jiyan dibûre

Bi deng û bê deng roj diçe ave

Ti bûyî ronya rêça hemi ciwanên Kurd

Çira şoreşa welatekî nûjen

Welatekî wekhevî bêbendî

Dengê hêviya gelê Kurd î

Tiwî zimanê sazek xembar

Dengê azadiyê

Şehîdê peyvên  zelal

Şehîdê Qamişloka delal

    (( Alav = مشعل ))

Elmaniya

dildarismail@hotmail.com

About The Author