Gelo bela balêsin yan na?

Yekîtîya Parêzerên Fînlandîyayê lotikek kesanedî avêt û bala me kişand ser xwarina pestîlê (cemedê).

Li gora parêzerên Fînlandîyayê, divê jin li ciyên kar û herweha di nava civakê de bi awayekî „tehrîkkar û seksî“ pestîlê nexwin û doxînê li zilaman şil û pil nekin. Li gora pêşniyaza ku parêzeran daye hikûmetê, jin bi awayekî pir seksî pestîlê dalêsin û dixin devê xwe, ev jî dibe sedema ku zilam dîn û har bibin, doxîn li wan sist bibe û wek wan conegayên Îspanyayê êrîşî xelkê bikin. Li gora parêzeran, divê jin pestîlê nalêsin, nexin devê xwe û bi şiklekî medenî bixwin ku xiyarê zilaman neynin galeyanê.

Werhasilî kelam, Fînlandî niha bi vê pêşniyaza parêzeran re mijûl in. Hinek dibêjin „Na babam, bela jin têra xwe balêsin û têxin devê xwe, çawa be demokrasî û azadîya jinê heye“ û hinek jî dibêjin „Nabe, nabe, nabe! Divê jin pestîlê zêde seksî nalêsin û zimanê xwe li dora devê xwe nexin. Em naxwazin ji ber alastina wan wek conegayên nav garanê dîn û har bibin û bazdin ser xelkê baba“ û piştgirîyê didin parêzeran.

Ez serê we neêşînim, de ka hûn jî biryarekê bidin gelî lotikvanan.

Gelo bela jin pestîlê balêsin yan na?

Li wêneyan binerin û biryarê bidin..

Fînlandîya

 

 

About The Author