HEMÛ QUMAŞ NE YEK IN

Sed mixabin, li hêla Serhedê hîna jî qelen (next) ji bo zewaca ciwanan astengîyek mezine.

Faro li metrepola Tirko dijî, rabû çû ji bo kurê (law) xwe keça pismamê xwe Sado  ya mezin xwest. Sado got “ Pismam daxwaza te li cî ye, lê belê tuyê 12 hezar next bidî û deh heb jî zêr bistînî.

Faro çarneçar şert û mercên pismamê xwe pejirand û got “ Ser çava re pismam, de bela bi xêr be. “ 

Faro zor û zehmet daweta kurê xwe kir, bûk bir werhasil…

      Piştî dawetê şeş meh borîn, Faro bihîst pismamê wî Sado keça biçûk bi pênc hezar next û bi sê heb zêr daye yekî Wanî. Gelek aciz bû, telefonî pismam kir û got “ Pismam bi xêr be , te keça biçûk jî daye mêr.

      Sado got “ Xwedê ji  te razî be pismam, belê min da û çû.“

      Faro got “ Pismam, ma qaşo em merivê hev bûn, te keça din erzan daye. Merivatîya me heba te hewqas pir pere ji min nedistand, ya rastî gelek dilê min ji  te ma.  

      Sado got “ Pismam, ma tu li bazarê qumaş difiroşî, zanî ku  bihayê hemû qumaşan ne wek hev e, ne wilo?

       Faro bi hêrs got “ Pismam, ma qey ew ne ji kîrê te bû ku  te erzan da ?”  

Werhasilî kelam…

        Bi rastî jî qumaşê mirovan ne yek in, hinek pazên in, hinek caw in û hinek jî qûtînî ne. Lewma hinek erzan tên kujtin, hinek biha nayên kujtin ne wilo ?!

Tobe estexfirilah, tu dibê qey hinek Kurd ne ji kîrê bavê xwe ne bavo!

 

Kurdistan

About The Author